ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-18 09:00:05 * Hat diyarkirin ku Ayettûllah Ay ku 49 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di greva birçîbûnê de ue xistine hucreyê û lazmatiyên wî nadinê.  * Anzilha Ozturk ku 2 kurê wê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, got: "Ji ber bîrçî ne tim di bîra min de ne. Bila hikûmet dengê dayikan bibihîse. Bila êdî dayik negirîn. Bila êdî kes nemire."    * Rojnamevan Hediye Levent, diyar kir ku li Rojhilata Navîn herî zêde mafê jinan û kurdan hatiye binpêkirin û got: "Bi serîhildana ereban re mafên wan hinekî xuyangtir bûn. Parastina destkeftiyan jî girêdayî hin bazariyên zor û zehmet in."    Îsmet Yilmaz ê dema li avahiya HDP'ê ya Amedê ket greva birçîbûnê û hat girtin û li girtîghê jî çalakiya xwe berdewam kir, piştî hat berdan dîsa li malê çalakiya xwe berdewam dike. Yildiz, ani ziman ku ne dema tirs û bêdengiyê ye û wiha got: "Dem dema berxwedana bi înat e. Bi înad emê hebûna xwe berdewam bikin û biqîrin."   * Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Parêzer Mûstafa Vefa ku li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de dişopîne, got: "Çalakî dirêj bû. Êdî ne roj, ne saet em deqîqeiyan dihesibînin. Çimkî dibe ji nişkave xebera mirinê bê."    * Seher Sariçîçek a 87 salî ku şahidê zarokatiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang li raya giştî kir û got: "Bibin dengekî wisa ku guhê min ê ker biteqe."    * Li Wanê piştî hatian biharê, şivan li Taxa Bahçivanê ya Îpekyolûyê li hev kom bûn. Şivanan, diyar kir ku li bajêr her ku hejmara kesên betal zêde dibe hejmara wan jî zêde dibe.    * Rêveberên partiyên siyasî û sendîkayan bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û gotin: "Hikûmet welat ber bi aloziyê ve dibe."    * Polîsan Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Bûrhan Erol birin înşeatekê û gef lê xwarin.    * Bedî Yilmaz, bavê Zana Yilmazê ku 103 roj in li girtîgeha mêrdînê di greva birçîbûnê de ye, xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û got: "Muxatabên vê yekê kî bin, wê êdî malbat wan nerihet bikin. Eger em nikaribin bi rihetî rakevin, divê ew jî bi rihetî nikaribin rakevin."    * Hevşaredarên Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik diyar kirin ku ew ê odeya meqamê ya luks ku qeyûm bi milyonek TL çêkir dê bikar neynin.    * Danişîna doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê wê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê  Mehmet Arslan, wê bi hevserokên bajaran re li avahiya HDP'ê ya Amedê kom bibe. (10.00)   * Nûnerên baweriyên cuda û gelên cuda wê li Cemxaneya Gazî ya Sultangazî ya Stenbolê kom bibin. (12.00)   * Nûnerên Rêxistinên mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê û partiyên siyasî bi armanca balê bikişînin ser çalakgerên di greva birçîbûnê de wê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pek binin. (12.30)