Parlamenterê HDP'ê Farîsogullari: Kontrgerilla ketin dewrê 2019-04-17 16:14:43 AMED – Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun di êrîşa polîsan de birinda bû. Li nexweşxaneyê tespît kirin ku parsuyê wê şikestiye. Dîsa di bûyerê de Musa Farisogullari jî rastî êrîşê hat û ruyê wê şîn bû. Farisogullari bertek nîşanî êrîşan da û diyar kir ku kontrgerîlla ketiye meriyetê û armanc dikin ku Kurtan tasfiye bikin.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê xwest li Parka Koşuyolu ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku şaredarên bi KHK’ê hatine îxrackirin erka wan betalkirin, şermezar bike. Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir. Di mudaxeleyê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari birîndar bûn. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA ya ava şit êrîş kir. Wekîl Remziye Tosun û Musa Farisogullari rakirin nkexweşxaneya taybet û detawî kirin. Li nexweşxaneyê tespît kirin ku parsuyê wê şikestiye. Dîsa di bûyerê de Musa Farisogullari jî rastî êrîşê hat û ruyê wê şîn bû. Farisogullari, têkildarî êrîşê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bertek nîşanî êrîşan da. Farisogullari, diyar kir ku kontrgerîlla ketiye meriyetê û armanc dikin ku Kurtan tasfiye bikin."