Rêxistinên ked û pîşeyî daxuyaniyek hevpar dan: Rêzê nîşanî vîna gel bidin 2019-04-17 16:11:09   STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, diyar kir ku ligel 17 roj bi ser hilbijartina herêmî re derbas bûn jî, desthilatdarî rêzê nîşanî vîna gel a di sindoqan de derket nade û got: “Rêzê nîşanî vîna gel bidin.”    Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Çemawerî (KESK), Yektiya Bijîşkên Tirk (TTB) û TMMOB’ê derbarê binpêkirinên mafan ên di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de hatin jiyîn û ne encamkirina encamên hilbijartina Stenbolê de, li ber Edlya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî dan çepmeniyê. Rêveberên DÎSK, KESK, TTB, TMMOB, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, rêveberên HDP’ê yên Stenbolê, Parlementerên CHP’ê Kanî Beko, Sezgîn Tanrikûlû, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû û gelek kes beşdarî daxuyanî bûn.    ‘RÊZÊ NÎŞANÎ STENBOLÊ BIDIN’   Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, metna hevpar a çapemeniyê xwend û wiha got: “Ligel ku 17 roj bi ser hilbijartinê re derbas bûn jî, desthilatdarî hîna rêzê nîşanî vîna di sindoqan de derket holê nade. Bûyerên piştî vekirina sindoqên li Stenbolê hatin jiyîn, sînorê bi kar anîna mafan derbas kiye. Dewletê li dijî vîna welatiyan hemû saziyên xwe seferber kirin û ev veguheriye hewldanek bi taloke. Dîsan di dema diyarkirina namzetan de, pirsgirêkên hiqûqî yên dernektin holê. Lê piştî namzet hatin hilbijartin mafê hilbijêran astengkirin bêhiqûqiyek mezine. Dîsan pratîkên li gorî partiyan hiqûq danîna holê nayên qebûl kirin. Ev feraseta ku rêzê nade encamên hilbijartinê, gelo dê çawan rêze bide daxwazên me yên aborî, demokrasî û civîkî? Rêzê nîşanî vîna gel bidin. Rêzê nîşanî mafê hilbijêran bidin û rêzê nîşanî Stenbolê bidin.”   Çerkezoglû, destnîşan kir ku wan metna çapemeniyê ya amadekirin ji bo îmzeyê vekirî hiştine û bang li hemû hêzên demokratîk kir ku vê daxuyaniyê îmze bikin.