Hevşaredarên Qoserê yên berê hatin berdan 2019-04-17 15:54:02   MÊRDÎN – Hevşaredarên Qoserê yên berê Leyla Salman û İsmail Asî demek dirêj in girtî ne hatin berdan.    Hevşaredarên Qoserê yên berê Îsmaîl Asî û Leyla Salman ku di 2'ê kanûna 2016'an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ne" hatibûn girtin, hatin berdan. 12'emîn danişîna doza Hevşaredarên Qoserê yên berê Îsmail Asî û Leyla Salman wê li 3'emîn dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hatin dîtin. Di danişînê de Midurê Şaxa Marsu Hasan Ogal, Midûrê Karên Fenê Mehmet Halit Karaboga û Midûrê Karên Paqijiyê Abdürrahim Aslan ku serbest dihatin darizandin amade bûn. Di danişinê de Îsmail Asî û Leyla Salman amade nebûn. Li salonê parêzer û rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn. Parêzer parastina berê dubare kir û xwest muweklê wî serbest bên berdan. Piştî parastinê û navbera danişînê heyeta dadgehê der barê Asî û Salman de biryar da ku serbest bên darizandin.