Malbata Hantaş serlêdana sûc kir 2019-04-17 15:04:52 AMED - Malbata Recep Hantaş ku ji aliyê polîsên ve hat kuştin, li Serdozgeriya Komarê derbarê polîsan de serlêdana sûc kir    Malbata Recep Hantaş ê li Sumerpark a li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, serî li Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir.   Malbatê piştî serlêdanê bi parêzerên xwe re li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê polîsên gumanbar kir. Birayê Hantaş Efe Hantaş, diyar kir ku ewê şopdarê bûyerê bin û dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin.