ÎHD: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin 2019-04-17 14:34:19   STENBOL – Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Zeynep Ceren Bozoprak bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyên li girtîgehên herêma Marmarayê di greva birçîbûnê de ne û ji dema grevên birçîbûnê destpêkirine şûn ve girtî tim tên derbkirin.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyên li girtîgehên herêma Marmarayê di greva birçîbûnê de ne û binpêkirina mafên girtiyan bi raya giştî re parve kir. Endamên Komîsyonê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya li Semta Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Bila qanûn pêk werin û daxwaza greva birçîbûnê bên bersivandin” daliqandin.    Endama Komîsyonê Zeynep Ceren Botoprak anî ziman ku li girtîgehên herêma Marmarayê bi giştî 715 girtiyên nexweş di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne û ji dema grevên birçîbûnê destpêkirinê şûn ve girtî tim tên derbkirin.    Boztoprak binpêkirina mafên girtiyan ên li herêma Marmarayê jî parve kir.    Boztoprak da zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li Girtîgeha Jinan Tîpa M a Gebzeyê, li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê, li Girtîgeha Jimarên 5’an û 9’an a Silîvriyê û li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Tekîrdagê li dijî girtiyan binpêkirina mafan pêk tê. Boztoprak ji bo bidawîkirina binpêkirina mafan bang li rayedaran kir.