Li Şaredariya Tûşba xwestin endamê meclîsê di X-ray derbas bibin 2019-04-17 13:59:59 WAN - Piştî nîqaşên di meclîsa Şaredariya Tûşba duh di çapemeniyê de hat serwîskirin, îro li ber deriyê meclîsa şaredariyê polîs hatin bi cih kirin. Ji ber ku polîsan xwestin endamê meclîsê yên HDP'ê di lêgerînê re derbas bikin, nîqaş derket. Endamê Meclîsa HDP'ê yê Şaredariyê Îsmet Tan, diyar kir ku ew civîna meclîsê dibin siya çekên lûle dirêj de, li dar dixin.    Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî yên ji sedî 52 dengan Şaredariya navçeya Tûşba ya Wanê qezenc kirin, lê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta Berkî yê HDP’î bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin mezbata wî da Salih Akman ê AKP’î. Duh yekemîn civîna meclîsa Şaredariya Tûşba hat lidarxistin û di civînê de rageşî derketibû.  Piştî rageşiya duh a di civînê de rû da, polîsan îro xwest HDP’iyên çûn meclîsê di lêgerînê re derbas bikin. Li ser vê  yekê nîqaş derket û endamên meclîsê HDP’ê bertek nîşan dan.    Polîsên ku di saetên serê sibê de, li ber deriyê şaredariyê bi çekên lûle dirêj rawestiyan, xwestin ku endamên meclîsê yên HDP’î di X-Ray û lêgerînê re derbas bibin. Li ser vê  yekê nîqaş di navbera  polîs û HDP’iyan de derket. Piştî nîqaşê HDP’iyan ev rewş şermezar kirin û ji şaredariyê derketin. HDP’iyên ev nêzîkatî heya saetekê li ber derî şermezar kirin, dûre ew girtin şaredariyê.    'EWLEKARIYA CANÊ ME TUNEYE’   Endamên Meclîsa Şaredariya HDP’ê Îsmet Tan, bertek nîşanî vê helwestê da û got: “Me xwest em derbasî salona meclîsê ya şaredariyê bibin. Lê li vê derê kesên bi çekên lûle dirêj û hêzên ewlekariya taybet destûr nedan em derbasî salonê bibin. Gelê me em hilbijartin û em niha nikarin derbasî meclîsa xwe bibin. Vê bêhiqûqî û bêrûmetiyê ferzî me dikin. Emê tu carî vê bêhiquqiyê qebûl nekin. Ma çi karê kesên bi çekên lûle dirêj li ber salona şaredariyê heye? Ev şaredariya gele. Ev der ne cihê qereqol û midûriyeta polîsane. Niha tu ewlekariya canê me tuneye.  Em niha civîna xwe dibin siya çekên lûle dirêj de, li dar dixin.”