Bertekên li dijî midura got 'Berdin bila bisekitin' zêde dibin 2017-11-13 12:45:01 STENBOL – Duh êvarê li bajarên kurdan ên di navbera sînorê Iraq û Îranê de erdhej pêk hat, piştî erdhejê midura Nexeşxaneya Acibademê Oznur Ilgar li ser hesabê xwe gotina "Berdin bila bisekitin" parvekiribû. Li ser vê parvekirinê bertekên li dijî wê zêde bûn. Lê hêj nexweşxane bêdengiya xwe diparêze.   Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê duh êvarê erdhej pêk hatibû û heta niha nêzî 328 kesî jiyana xwe ji dest da. Lê tişta ecêb ew e hin kesan li ser medyaya civakî kîn û nefreta li dijî gelê kurd vereşiya. Ji van kesên kîn û nefreta xwe rijand yek jî midura Nexweşxaneya Acibademê  Oznur Ilgar e. Nexweşxaneya Acibademê yek jî saziyên tenduristiyê yên herî mezin a li Tirkiyeyê ye. Ilgar li ser hesabê bi navê “@IlgarZnur” ê Twîtterê got ku "Hayır hazır deprem olmuş bırakalım gebersinler" (Na hazirî erdhej pêk hatiye berdin bila bisekitin) parve kir û rastî gelek bertekan hat. Gelek kesên ku li ser medyaya civakî bertekên xwe dan nîşan, hesabê @AcibademSaglikê etîket kirin û xwestin der barê vê midurê de daxuyanî bê dayîn.    ‘EM HÊVÎDARIN KU HÛN TIŞTA PÊWÎST BIKIN’   Hin hesabên ku bang li nexweşxaneyê kirin û xwestin li berpirsyariya xwe rabe ev in: "@AcibademSaglik gelo dê der barê xebatkara we ya faşîst û nijadperest de daxuyaniyek hebe?’, ‘@AcibademSaglik heke hûn karê vê xebatkara xwe ya li dijî gel kînê vedireşe bi dawî nekin em ê wekî gel her derê vê bêjin’ , ‘@AcibademSaglik di şaxa weya fulya ya @AcibademSaglikê de xebatkara we ya bi navê oznur dixebite û der barê erdhejê de tiweeta wê. Hûnê der barê keseke wiha nijadperest de tişta pêwîst bikin."    Li ser bertekan hat dîtin ku Ilgar hesabê xwe hildaye bin ewlehiyê.