Vexwarina girtiyên di greva birçîbûnê de rijandin tiwaletê 2019-04-17 09:55:17 ENQERE - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Kirikkale, gardiyenan vexwarinên pêwîst ên 5 girtiyên ji 1’ê Adarê de ketine greva birçîbûnê, rijandin tiwaletê.   Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale, gardiyenan vexwarinên pêwîst ên 5 girtiyên 48 rojin di greva birçîbûnê dene, rijandine tiwatê. Wasî û pismamê Mehdî Baştîmûr ê girtî Azad Baştimûr, destnîşan kir ku ew di 11’ê Nîsanê de çû hevdîtinê û wiha got: “Pismamê min ji min re got gardiyan dibin navê lêgerînê de ketine qawîşa wan, alavên wan belav kirin û vexwarinên wan ên pêwîst rijandine tiwaletê.”   ‘GIRTÎ DERP KIRIN’   Tiştên Mehdî Baştîmûr ji wasiyê xwe Azad Baştîrmûr vegotin wiha ne: “Gardiyan di 11’ê Nîsanê saet 10.00’an de dibin navê lêgerînê de, dikevin qawîşa Mehdî Baştimur û 4 hevalên wî. Pismamê min û 4 hevalên xwe ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê dene. Ji ber vê ava fêkiyan, ava leymûnê û malzemeyên vexwarinê ji bo xwe dikirin. Gardiyenên dikevin qawîşê vexwarên wan dirijînin tiwaletê, name, faks, nişe û pirtûkên girtiyan diçirînin. Alavên girtiyan belav dikin, betanî û balîvên wan davêjin erdê. Dema ku girtî li dijî gardiyenan derdikevin jî, tên derp kirin. Gelek girtî hetibûn derpkirin.”