Zextan li girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin 2019-04-17 09:31:23   AMED - Çalakgerê di greva birçîbûnê de Fatîh Kaplan, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale tundî û zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêdetir bûne û got: “Çaydanekê ku me ya em avê tê de gerim bikin jî tuneye.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir û di 1’ê Adarê de li tevahiya girtîgehan belav bû, her roja diçe deng ve dide. Yek ji çalakgerên di greva birçîbûnê de Fatîh Kaplan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale dimîne, bi riya hevdîtina telefonê ya heftane pirsgirêkên dijîn ji malbatên xwe re vegot.    Kaplan ji birayê xwe Îbrahîm Halîl Kaplan re got, tundî û zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de, zêdetir bûne.    'AMÛRÊN ME PARÇE DIKIN'   Bira Îbrahîm Halîl Kaplan, pirsgirêkên birayê wî jêre gotin wiha vegot: “Gardiyan dibin navê lêgerînê de girtiyan ji qawîşan derdixin. Dûre gardiyan dikevin qawîşan, televîzyon, bûzdolab û hemû amûrên wan ên mitbexê parçe dikin. Çaydanekê me ya em avê tê de gerim bikin jî tuneye.”   ‘DIVÊ HESTIYARÎ HEBE’    Kaplan, diyar kir ku birayê wî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye û wiha axivî: “Êrîş û zextên li girtîgehê bi grevên birçîbûnê re zêdetir bûne. Dîsan di girtîgehê de lêgerînên malbatên pir zêde kirine. Pêdiviyên girtiyan nayên pêşwazî kirin. Niha rewşa tenduristiyta hevalekê birayê min ê di greva birçîbûnê deye, pir xerab bûye. Lê moral û motivasyona wan bilinde. Êdî birçîbûn ne di xema wan deye. Ji bo hevalên wan jiyana xwe ji dest nedin tenê dixwazin ev pêvajo demildest bi encam bibe û tecrîd rabe. Divê gel hîn zêdetir bi hestiyar tevbigere.”    Kaplan bang li rayedarên hikumetê jî kir û wiha got: “Divê demildest gav bê avêtin û daxwazên girtiyan bên qebûl kirin. Min derbarê çalakiyên grevên birçûbûnê û pirsgirêkên li girtîgehên rû didin de serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest.”