Ji KCD, DBP û TJA daxuyaniyên erdhejê: Roj roja piştevaniyê ye 2017-11-13 12:34:14 AMED – KCD, DBP Û TJA’yê têkildarî erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî weşandin û ji bo mexdûrên erdhejê banga piştevaniya lezgîn kirin û got roj roja yekîtiyê ye.     Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), navenda Giştî ya Partiya Herêman Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser erdheja bi şîdeta 7.3 pileyî ku duh êvarê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê rû da, daxuyaniyên nivîskî weşand.   Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: “Li Rojhilata Navîn li gel komkujî û wêraniya ji ber şerê ku 3 sal in berdewam dike, êş û azarên ji ber karasetên xwezayî derketine holê her ku diçe zêde dibe. Di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin, her kêliyê wê bi komkujî, zext, zilm û êşan derbas dibe. Bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, gel li hemberî hegemonyayê şerê diyarkirina çarenûsa xwe dide û ev yek hiştiye ku li seranserê dinyayê bên naskirin.   Ev keraseta xwezayî ya ku derket holê me xemgîn kiriye. Piştî erdheja 7.3 ya li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk hat û gelek welatî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne me xemgîn kiriye. Ligel ewqas êş û wêraniyê, wendahiyên ji ber erdhejê çêbûne dihêle ku em ji her demê bêhtir bi hev re têbikoşin û di nava tevkariyê debin. Em wekî KCD’ê diyar dikin bi ruhê Kobanê bi gelên Kurdistanê re di nava tevkariyê de bin. Rehma Xwedê li kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane be û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”    DPB’Ê BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR   DBP'ê destnîşan kir ku ji ber rûdana erdhejê ew gelekî xemgîn in û bi bîr xist mixabin heta niha bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dane û ew bi fikar in ku hejmar zêde bibe. DBP’ê bang li tevahiya gelê kurd û bi taybetî jî li kurdên Ewropayê kir ku piştgiriya erdhejzedeyan bikin û got: "Roj roja yekîtiyê, roja hevxemiyê ye. Em êşa gelê xwe yê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji dil parve dikin. Bila rehma Xwedê li welatiyên me yên jiyana xwe dane be, ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin."   TJA: ÊŞA JINÊN BAŞÛR Û ROJHILAT ÊŞA ME YE    TJA’yê jî erdhejê bi bîr xist û got: “Di serî de em hemû mirovên me yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Ji ber vê karasetê em êşek xemgîn dijîn. Dê piştgirî û hevpariya me êşa me sivik bike. Di vê roja bi êş de em diyar dikin ku em li cem gelên Kurdistanê û jinan e. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku piştiveniyê ji bo gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bidin nîşandan. Serê tevahiya gelê me sax be.”