Gunana: Ji xeynî serketinê tu rê tune ye 2019-04-17 09:15:30 STENBOL – Tûran Gunana ku li girtîgehê ji 17'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Piştî vê saetê ji xeynî serketinê tu rêyeke din tune ye û em ê bi ser bikevin."  Tûran Gunana ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê ji 17'ê Kanûna 2018'an ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyamek şand.    Gunana, di peyama xwe de got: "Dawî şehadet be jî em ê xeman nexwin. Jixwe wexta me dest pê kir em ev yek jî hesab kiribû. Em nikarin bêjin siheta me baş e. Helbet pirsgirêkên me yên tenduristiyî hene. Lê belê ev ji bo me pir ne muhîm e. Ji bo me tişta muhîm şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Li ber rewşa Ocalan, rewşa tenduristiya me rewşeke talî ye. Loma em ji bo xwe li ber nakevin. Wexta me serî li vê rêyê da me ne ji bo xwe, ji bo gelê xwe serî li vê rêyê da. Loam qet miraqa me nekin. Piştî vê saetê ji xeynî serketinê tu rêyeke din tune ye û em ê bi ser bikevin."