Rewşa girtiyê her du destên wî tune ne û di grevê de ye xirab dibe 2019-04-17 09:14:52   ÎZMÎR - Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku êdî ji devê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku ji 2'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye xwîn tê û nikare vîtamînan bixwe.  Li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye jî girtiyê nexweş Ergîn Aktaş e. Aktaş ku her du destên wî tune ne ji 2'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn ku di 8'ê Nîsanê de Aktaş dît, diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji bo binpêkirinên mafan tu gavan navêjin.    Încîn, diyar kir ku Ergîn Aktaş nêzî 3 sal in li vê girtîgehê ye û ji bo tenduristiya girtiyan şert û merc nehatine pakkirin. Încîn, anî ziman ku wexta girtiyê nexweş Ehmedê Xemî ku ji navê û berjêr felcî ye birine nexweşxaneyê, di ambulansê de cendirmeyan dest û piyên wî kelemçe kirine û gef lê wxarine. Încîn, destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş dev ji greva birçîbûnê berdin îdareya girtîgehê tehdeyê li girtiyan dike û got: "Ergîn Aktaş bi tena serê xwe li odeyekê dimîne. Piştî girtiyên enxweş ketin gerav birçîbûnê helwesta girtîgehê jî tundtir bû. Îdare hema bêje her roj bi 10 leşker û 10 cendirmeyan davêje ser odeyan û ferheng jî di nav de dest datînin ser hemû eşyayên girtiyan. Girtiyên di greva biçîbûnê de ji me re gotin, 'Proveke dikin. Bi kamerayan tên lêgerînê dikin, lê wexta kamerayan digirin heqaretê dikin.'"    ‘NIKARE VÎTAMÎNAN BIXWE'    Parêzer Încîn, diyar kir ku îdareya girtîgehê lîmona sax dide Aktaş, lê belê ji ber her du destên wî tune ne nikare lîmonê perçe bike an jî vîtmînan bixwe. Încîn, got: "Aktaş bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Li cem wî refeqatvan tune ne. Bi muameleyeke kêmxistinû bêrûmet rû bi rû ye. Êdî xwîn ji devê girtiyan tê. Ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê tedawiyê red ikin. Eger ev şert û mercên nebaş dewam bikin, wê encameke pir xirab rû bide. Divê îdareya girtîgehê bi helwesteke baş tû li gor pîvanên qanûna bingehîn û peymanên navnetewî tev bigere û dev ji van helwestên xwe yên bêhiqûqî berde."    MA / Rûken Demir