Bijîşk Gul: Divê em ji bo jiyaneke bêtecrîd tev bigerin 2019-04-17 09:13:09 ÎZMÎR - Bijîşk Zekî Gul ku di gelek serdeman de di nav heyetên serbixwe de cih girtiye û çûye girtîgehan, diyar kir ku tecrîd binpêkirina mafan û rêbazeke îşkenceyê ye û got: "Divê em ji bo cîhaneke bêtecrîd tev bigerin."  Bijîşk Zekî Gul ku ji sala 1995'an ve di bin banê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) de cih digire û 20 sal in di nav heyetên serbixwe de cih digire, ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de careke din bang kir.    Gul, destnîşan kir ku tecrîd binpêkirina mafa û rêbazeke îşkenceyê ye û got: "Pênaseya tenduristiyê; bedenî, ruhî û civakî ye. Lê di tecrîdê de ev şert û merc ne mimkun in." Gul, bilêv kir ku tecrîd li dijî pênaseya tenduirstiyê ye.    ‘JI BO CÎHANEKE BÊTECRÎD'    Gul, destnîşan kir ku divê grevên birçîbûnê rojeva raya demokratîk be û got: "Divê ji bo kesên di greva birçîbûnê de tiştin bên kirin. Leyla Guven 150 roj derbas kirine û girtî jî 100 roj. Li ber mirinê ne. Şahidiya vê yekê, şahidiyeke êşbar e. Ev yek me nerihet dike. Divê tiştin bên kirin. Ev bi peyvên mezin ne mumkun e, divê em di jiyanê de ji bo vê îtirazên xwe bilind bikin. Bar dikeve ser milên odeyên pîşeyî, sendîka, nivîskar û kesên dixwazin tiştina bikin. Divê helwesta me ji bo jiyanê be. Divê em ji bo cîhan û jiyaneke bêetecrîd tev bigerin. Ev yek jî bo têkoşîneke çalak, bi helwesteke çalak pêkan e."