Xwendekar di hedefa polîs, rektor û nijadperestan de ne 2017-11-13 12:17:31 ERDEXAN – Xwendekarên kurd ên Zanîngeha Erdexanê diyar kir ku ew di hedefa rektor, polîs û nijadperestan de ne û gotin: “Li ser medya civakî me hedef didin nîşandan. Tiştek bê serê me berpirsyar polîs û rektor in.” Li Zanîngeha Erdexanê xwendekarên kurd di hedefa rêveberiya zanîngehê, polîs û nijadperestan de ne. Xwendekaran diyar kir ku her roja diçe li dijî wan zext zêde dibin û ji ber her tim di hedefe de ne ewlehiya canê wan tune ye.    'EWLEKAR û POLÎS HEVKARIYÊ DIKIN’    Xwendekarê bi navê H.A. destnîşan kir ku zextên li dijî xwendekarên kurd zêde bûne û got: “Nijadperestan di 11’ê cotmehê de di çavdêriya polîsan de êrîşî xwendekarên kurd kirin. Di wê êrîşî de ez jî birîndar bûm û hatim binçavkirin. Nijadperest li gel polîsan êrîş dikin û polîs pişt re me binçav dikin. Em 11 kes hatin binçavkirin. Piştî vê êrîşê me xwest em bi rektor re hevdîtin bikin lê rektor bi tu awayî nexwest hevdîtin bike. Lê rektor bi reîsê nijadperestan re hevdîtin pêk anî. Ev kesê ku rektor pê re hevdîtin pêk anî ne xwendekare jî. Li kampusê hevkariya ewlekar û polîsan bi hev re heye. Hebûna ma li zanîngehê naxwazin. Gelek hevalên me bêyî sûcê wan hebe hatin girtin. Bi çavê hemû xwendekarên kurd endamê PKK’ê ne dinêrin.”    'NIJADPERST JI DERVE TÊN Û BI HEV RE ÇAY VEDIXWIN’    Xwendekarê bi navê S.E. yê ku hat binçavkirin û hat berdan bi van gotinan behsa rewşa zanîngehê kir: “Rektor bi nijadperestên ji derve tên re rûdinê û çay vedixwe. Bi rehetî dikarin li kampûsê kom bibin. Lê dema em xwendekarên kurd tên cem hev ya zext li me dikin an jî em bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Ewelehiya canê me tune ye. Nijadperest li gel polîsan gefan li me dixwin. Piştî van bûyeran ez çûm ku bi rektor re hevdîtin bikim. Lê ewlekarên li ber derî gotin ‘rektor teqez naxwaze hevdîtin bike.’ Yanî bi tu awayî naxwazin bi me re hevdîtin bikin.”    ‘TIŞTEK BÊ SERÊ ME BERPIRS POLÎS Û REKTOR IN’    Xwendekarê bi navê H.E. jî da zanîn ku li gel nijadperest ne xwendekarin jî bi hêsanî tên kampûsê û wiha got: “Nijadperest tên zanîngehê bi polîsan re çay vedixwin û li ser medya civakî me hedef didin nîşandan. Sibêroj tiştek bê serê me berpirsyar polîs û rektor in. Ji berk u polîs û rektor hemû planan bi hev re dikin.”