Gelê Qamişlo li dijî tecrîdkirina Ocalan meşiyan 2019-04-16 19:40:29   QAMIŞLO - Gelê Qamişlo û Amûdê, bi armanca terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike meşek girseyî li dar xist û piştgiri da çalakgerên greva birçîbûnê.    Bi sedan şênyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bidin çalakgerên grevên birçîbûn meşiyan. Meşvan li ber çerxerêya Jina Azad kom bûn û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û alên Kongreya Star hildan. Meşvan piştre li nav kolanên sereke yên navçeyê meşiyan. Meşavnan piştgirî dan berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê, berxwedana Îmraliyê û bê navber dirûşma "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Meşvan heta Qada Şehîd Cîhad meşiyan û li vir daxuyanî dan. Rêvebera Kongreya Star Şirîn Hesen axivî û wiha got: "Bi pêşengtiya Leyla Guven û Nasir Yagiz bi dehan têkoşer ji Kurdistan, Ewropa û girtîgehan beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Tenduristiya piraniya wan jî xirab e û hin ji wan gihiştin asta şehadetê. Çalakgeran soz dane ku heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe dewam bikin. Komê dirûşmeyên silavkirina çalakgerên grevên birçîbûnê berz kirin û dawî li çalakiye anîn.    BI SEDAN KES LI QAMIŞLO JÎ MEŞIYAN   Bi heman armancê li Qamişlo jî bi sedan endamên şaredariyên gel ên herêma Cizîrê û şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Em ê bi tekoşîna xwe ya li hemberî faşîzmeyê îradeya xwe biparêzin." meşiyan. Meş ji pêşiya Akademiya Şaredariyan a bajarê Qamişlo dest pê kir. Meşvanan pankartên "Binpêkirinên faşîzmaya Erdogan nikare îradeya gel bişkîne", "Em ê bi tekoşîna xwe ya li hemberî faşîzmeyê îradeya xwe biparêzin", "Ji faşîzmeya re na" û "Bijî berxwedana girtîgehan " hildan û hetea avahiya Şaredariya ya taxên rojhilat meşiyan. Cîgira Hevseroka Desteyên Şaredariyan a Herêma Cizîrê Bêrîvan Umer axivî û got: "Wekî tê zanîn li Tirkiyê hilbijartinên şaredariyan çêbûn, tevî hemû zulm û astengiyan li ser gelê Kurd lê îradeya gel li hember binpêkirinên Erdogan neşkest, ji ber ku îradeya xwe ji berxwedana Leyla Guven û Nasir digirin."   Bêrîvan Umer li ser navê şaredariyên herêma Cizîrê bang li Desteya Bilind a Hilbijartinan kir ku li gorî zagonan tevbigere û destê xwe li ser îradeya gel rake. Meş bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê bi dawî bû.