HDK: Li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar şert e 2019-04-16 18:27:19 STENBOL – HDK'ê encamnameya civîna Meclîsa Giştî aşkere kir. HDK'ê diyar kir ku wekî HDK'ê li şûna bang li Wezareta Dadê û rayedarên îktîdarê bikin, dijberî vê yekê raste rast bang li gel dikin. Em li dijî tecrîdê têkoşînek hevpar bidin."   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 13-14'ê nîsanê de 9'emîn civîna meclîsê ya serdema 2’emîn pêk anî. Piştî civînê encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku bandora kriza aborî tesîra xwe li ser civakê pir aşkere nişan daye û wiha got: “îtîfaqa  AKP-MHP'ê civakê terorîze dike. Hemû hêzên muxalif bi terorîzebûnê sucdar dike. Bi zimanê şer û dijminantiyê kampanya hilbijartinê meşand. Îktîdarê faşîzm bi rêxistin kir. HDP'ê bi stratejiya "Li kurdistanê bi ser blikeve, li Rojava têk bibe" bersîv da vê kampanya faşîzmê. HDP, vê pêşengiyê rê lipêş faşizmê girt û şikand. Hêza xwe ya şikandina faşîzmê nîşan da. YSK'ê, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP'ê ku hilbijartin bi dest xist, li ser tenê li gorî reşkirina polîs û MÎT'ê û biryara KHK’ê mazbatayên wan nedan wan. YSK'ê hemû îtîrazên AKP'ê li ber çavan girt û li gorî wê gav avêtin. Lê îtîrazên HDP’ê tev red kirin. YSK'ê bi vê helwesta xwe rol û rista sazîbûnê winda kiriye. Ev tê wateya darbeyê. Di heman demê de serokomariyê jî mudaxaleyî darazê kiriye. Beşdarî gelek civînan bûye. Ev jî cureyekî din ê darbeyê ye."    HDK'ê di encamnameyê de anî ziman ku li Stenbolê bide kesên Hevşaredar qezenç kiriye, her tim polîtikayên bi hincetên li dijî hiqûqê û niqaşên betalkirina hilbijartinê pêş dixin. Ev yek li ber çavê hemû cîhanê skandalek pir mezin e. Encama vê yekê çi dibe bila bibe Îtîfaqa AKP-MHP'ê winda kiriye. Ev pêvaja ji pirsgirêka beka dûr ketiye. Bêtir bekaya AKP'ê ye. Têkçuna AKP’ê di heman demê de serkeftina Jinê ye. Encam û serkeftina ji hilbijartina 31'ê Adarê derketiye emê biparêzin û li pey vê encamê bin.    KDK'ê di encamnameyê de bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên li dijî tecrîdê û wiha got: “Leyla Guven û girityên li girtîgehan bi armanca ku polîtikaya rejîma AKP-MHP ya tecridê û şerê li ser civakê ferz dike bişkîne û rê li pêş têkoşînka aştî û demokrasiyê veke nêzî 6 mehin di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven û kesên li zindanê, li welêt û dervê welat bedena xwe dane ber birçîbûnê di grevê de ne. Dîsa ji 1'ê Adarê û şûnde bi hezaran girtî tevli vê çalakiyê bûne. Ji ber ku ev rejîm li hemberî vê bangê bêdeng e ji bo şikandina vî dîwarê bêdengiyê çalakiyên fedaî pêk hatin. Ji bo dîwarê bêdengiyê bilind bikin destûr nedan ku bi girseyî bên defin kirin û mafê definkirinê jî ji destê malbatan girtin. Di vê mijarê de wekî HDK'ê banga me ne ji Wezareta dadê û îktîdarê re ye. Banga me raste rast ji civakê re ye. Divê hemû civaka me bi awayekî giştî li dijî tecrîdê xwe bi rêxistin bike û têkoşînê mezin bike. Di vê çarçoveyê de divê berxwedana li dijî tecrîdê mijara sereke ya delegeyê Kongreya me ye. Li aliyeki li Tirkiye li dijî tecrîdê berxwedan didome. Li aliyê din 400 girtiyên Filistinî li dijî polîtîkayên Îsraîlê yên li dijî girtiyan û polîtîkaya dewletê ya tecridê ketine greva birçîbûnê. Çawa ku zilma rejîma AKP'ê û zilma Îsraîlê dişibin hev, çalakiya greva birçîbûnê ya Filistinê û berxwedana zindanên li Tirkiye jî dişibin hev."    ‘EM Ê HEBÛNA XWE NÎŞAN BIDIN'   HDK'ê herî dawî anî ziman ku wekî HDK'ê bi coşek mezin 8'ê Adarê û Newroz pîroz kirin. Wê bi vê coş û kelecana 8'ê Adarê û Newrozê girêdana xwe ya aştî û demokrasiyê di 1'ê Gulanêde jî dînin holê û wiha bi dawî kir: "Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bêtir bilind bikin. Bêtir daxwazên greva birçîbûnê bilind bikin. Li diji mêtîngerî û xezpa mafan têkoşîna xwe bêtir bilind bikin û 1'ê Gulanê li qadan pîroz bikin. Em dê li gel hemû zilm û zordariyê hebûna xwe û têkoşîna xwe ya hebûnê nîşan bidin."