Mizrakli odeyên şatafatî yên qeyûm Atîlla teşhîr kir 2019-04-16 17:27:08   AMED – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli dîmenên meqamê luks ê qeyûm ku bi 750 hezar lîreyî çêkiriye bi raya giştî re parve kir.    Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli îro dest bi wezîfeya xwe kir. Mizrakli di daxuyaniya xwe ya ewil de gotibû ew ê faliyetên qeyûm teşhîr bikin. Piştî îro dest bi wezîfeyê kir piştî çend saetan odeya luks a qeyûmê Amedê bi dîmenan ji raya giştî re eşkere kir.    ŞIBANDINE ODEYÊN KRAL Û SULTANAN    Mizrakli di hesabê xwe yê twîtterê de got: “Binêrin binêrin! Çawa bi pereyê gel ji xwe re qesran çêkirine… Em ê hemû îsraf û şatafatên wan nîşanî gel bidin.” Mizrakli dîmenên odeyên ku mirov dikare bêje dişibin qesr û qonaxên kral û sultanan ji gel re parve kir û nîşanî raya giştî da.    SERŞOKA TAYBE A QEYÛM TEŞHÎR KIR    Mizrakli da zanîn ku odeya meqamiyê ya berê tê bîra wî û odeya qebûl û depoyê veguherandine serşoka taybe a qeyûm. Mizrakli li dijî luksbûn û şatafatiyê berteka xwe wiha anî ziman: “Yên ku behsa heqê sêwiyan dikin, va çawa talan dikin liv an odeyan baş tê xuyakirin. Ev dîmenên herî baş ku wan dide nîşandan. Ev qet neçûne malên feqîran ên Amedê. Ev ji halê feqîran fêm nakin. Ev ji halê Amedê qet fêm nakin.”