Qeyûmê li Colemêrgê rê kolan û wisa hişt 2017-11-13 12:10:09 COLEMÊRG - Qeyûmê tayînê Şaredariya Colemêrgê hat kirin, gelek rêyên taxan kolan û wisa hiştin. Ji ber ku xebaten binesaziyê jî nehat kirin, her der bû herî. Şêniyên taxan bi bertek in. Welatiyên li taxên navendî yên Colemêrgê rûdinên, ji ber ku rêyên wan bi herî ne û binesaziya taxan nehatiye çêkirin mexdûr bûn. Welatiyan aşkera kir ku piştî qeyûm tayînê şaredariyê hatiye kirin, hemû rêyên wan hatine kolandin û hêj bi dawî nebûy, zarokên wan ên diçin dibistanê û serwîsên dibistanê ji heriyê nikarin bilivin.   Mehmet Kaya yê li taxa Baglarê rûdinê, da zanîn ku rêyên gelek taxên navendê ji rêyên gundên Colemêrgê xirabtirin û wiha got: "Bi aybetî li taxa Baglarê rê gelek herî ne. Rêyên gundan ji rêyên me baştir in. Em havînê ji gemarê, zivistanê jî ji heriyê nikarin ji malê xwe derkevin. Par gotin ku dê binesazî bê çêkirin, rê hemû kolan, lê bi wî halî hiştin. Bila demil dest rêyên me çêkin."   'QEYÛM BI PIRSGIRÊKÊN GEL RE ELEQEDAR NEBE’    Welatiyê bi navê Mehmet Yalçin jî aşkera kir ku ew ji sala 1995'an de ji gundê xwe koçber bûye û li taxekê bi cih bûne, ne av û ne jî rêya wan heye û wiha axivî: "Şaredarî qet nayê taxê, rê, erx û newal di rewşek gelek xirab de ne. Hûn rewşa rê dibînin. Ne kepçe û ne jî qirêderekê dişînin, rê di nav heriyê de ne. Ji xwe erx û newal ji bêhnê mirov nikare bi ser de biçe. Qeyûmê tayînkirine ji rewşa taxê ne agahdar e û tu pirsgirêkên gel çareser nake."   'DEMA BARAN DIBARE HER DER HERÎ YE’    Havva Ozdemîr destnîşan kir ku mala wan di nav toz û heriyê de ye û ev tişt anî ziman: "Ev rê ye? Rojê bi sedan maşîne bi vir re diçin. Dema baran dibare her der dibe herî, ji xwe cihok jî tune her der perîşan dibe."   RÊ Û AVÊ DIXWAZIN   Yildiz Sevî jî anî ziman ku bi salan e li taxa wan av û rê tune û pirsgirêka serwîsê jî heye û ev agahî dan: "Ji ber ku rêyên me xirabin, serwîs jî nayên taxê. Em her sibehê heta dibistanê bi zarokan re dimeşin. Dîsa li gelenperiya taxê av nayê. Hem havînê û hem jî zivistanê em bi xortomê avê tînin. Me gelek caran serî li şaredariyê da lê her dem bi hincetekê daxwazên me nebersivandin."