Îfadeyên polîsên Hantaş kuştin derketin holê 2019-04-16 15:52:32 AMED – Îfadeyên polîsên ji kuştina Recep Hantaş bepirsin daxuyaniya “reweste” ya Walîtiya Amedê derewandin. Polîs K.B. ê hat girtin wiha got: “Kuştî ber bi cihê ez lê bûm ve dihat. Min gule berda hewayê. Dema berê xwe ji ser min guherand, pişta wî ket min. Di wê kêliyê de cara duyemîn çek amin xebitî û min dumanê dît.”  Polîsan di 14’ê adarê de li Parka Sumerê ya Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş kuştin. Îfadeyên polîsên ji kuştina Hantaş bepirsin derketin holê. Piştî bûyerê Walîtiya Amedê daxuyanî dabû û gotibû 2 kesên bi rûpoş bi ser polîsan de beziyane û ji ber ne sekinîne polîsan banga “hişyariyê” kiriye û ji ber nesekiniye kesê reviyaye wî bêbandor kirine.    RÛPOŞ BÛN AN XWE JI SERMAYÊ PARASTIBÛ?   Piştî bûyerê 2 polîsan hatin binçavkirin û ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê kirin. Polîs E.K. bi şertê kontrola edlî hat berdan û polîsê din K.B. bi gumana sûcê zede hat girtin. îfadeyên polîsan derketin holê daxuyaniya Walîtiyê diderewîne. Her çiqas walîtî kesan bi “rûpoş” tarîf bike jî lê malbat dibêje zarokên wan kaxizan berhev dike û debara malbata xwe pê dike û dibe ku zarokê wan ji ber sermaye egalê li serê xwe pêçaye. Polîsê hat girtin jî li dadgehê got: “Anonsa ku serûçavên kesan girtiye ji me re hat.”    ÎDA KIR KU BI QESTÎ GULE BERNEDAYE    Polîs K.B. ê ji ber kuştina Hantaş hat girtin di îfadeya xwe de diyar kir ku Recep Hantaş ber bi wî ve dibeziya û di wê kêliyê de gule berdaye hewa û pişt re Hantaş xwe parastiye û pişta xwe daye û reviyeye. K.B. di îfadeya xwe de anî ziman ku dema Hantaş direve ji pişt ve gule berdidê û tenê dibîne ku ji ber lingê wî toz radibe. K.B. got piştî gule berdanê çeka xwe ya bi navê MTP-5 daye polîsê bi navê M. ê ekîba wan. K.B. îda kir ku wî bi zanebûn û hedef nîşandanê gule bernedaye.