Hiqûqnasan ji bo greva birçîbûnê daxuyanî dan: Divê teqez çareserî bê dîtin 2019-04-16 14:44:28 STENBOL - Koordînasyona Destaya Hiquqî ya Stenbolê, bal kişan ser greva  birçîbûnê ya didome û got: “Berî ku mirov seqet bimîne û bimirin, divê teqez rêya çareseriya vê pirsgirêkê bê dîtin.”  Koordînasyona Destya Hiqûqî ya Stebnolê, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin de, li ber deriyê C ê Edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîzi Çîçek piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat vekirin û bê navber dirûşmeya “Tecrîdê rakirin û mirinan rawestînin” hat berzkirin.    'TECRÎDÊ RAKIN'   Li ser navê Saziya Hiqûqî Parêzer Several Ballikaya daxuyaniya hevpar xwend. Ballikaya, diyar kir ku Leyla Guven ev 160 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye. Nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê dehe. Ligel grevên birçûbûnê, di vê pêvajoyê de 8 kesan li dijî pêkanînên Girtîgeha Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîn. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn û mûamelyên xerab ên bi pergalî, tim di rojeva  sereke ya Tirkiyê de cih girtine. Encamên grevên birçîbûnê xirabin û çalakiyek pir zore. Ger grevên birçûbûnê dewam bikin, dê bibe sema nexweşiyan. Êdî grevên birçîbûnê ketiye asta herî krîtîk. Tenê daxwazeke kesên di grevên birçîbûnê de heye. Dixwazin li Girtîgeha Îmraliyê, mafên qanûnî bên naskirin û tecrîd bê rakirin. Berî ku mirin pêk were, divê dewlet gavê bavêje. Îro bi hezaran mirov di girtîgehan de, canê xwe danîne holê. Ji bo ev deng bê bihîstin, mirinên nû pêk neyên û seqetbûn  rû nedin divê çareserî bê dîtin û tecrîd rabe.”    ‘ÇARESERÎ BIBÎNIN’   Ballikaya bang li rayedaran kir û wiha got: “Em weke hiquqnasan, bang dikin. Bila dayika Sabîha Leyla Guven nemire û bijî. Bila kurê Hazal Taş Îsmet Taş nemire û bijî. Bila kurê Levent Kûrt Seyhan Kûrt nemire û bijî. Bila birayê Velî Barût Bûrhan barut nemire û bijî. Bila hempîşeyê me Denîz Surgut û kesên me navê wan li vê derê negot nemirin û bijîn. Berî ku mirovên me di grevên birçûbûnê de jiyana xwe ji dest bidin, ji bo çareseriya pirsgirêkê gav bavêjin.”