Parêzerê ku bavê wî bi KHK'ê hatiye dûrxistin întîhar kir 2019-04-16 13:53:31   ZONGULDAK - Parêzerê 29 salî Emîr Saîd Înam, li Gundê Pinaronu yê Zonguldakê gule berda xwe û dawî li jiyana xwe anî. Serokê Baroya  Bursayê li ser hesabê medya civakî diyar kir ku bavê wî yê mamoste bi KHK'ê hatibû dûrxistin û her kesî ew wekî xayîn nîşan dida.    Li Gundê Pinaronu yê Navçeya Devrek a Zonguldakê parêzerê 29 salî Emîr Saîd Înam duh bi çifta seydê dawî li jiyana xwe anî. Serokê Baroya Bûrsayê Prz. Gurkan Altun, diyar kir ku bavê Înam ê mamoste bi KHK'ê hatibû îxrackirin û her kesî mohra xaîntiyê li wan dixist. Şevê din piştî cîranan dengê çê bihîstin çûn mala wî. Cîranan piştî agahî dan, Cendirme û ambulans hatin cihê bûyerê. Cendirmeyan dît ku Emir Said Înam bi çifteya seydê dawî li jiyana xwe anîye. Eskeran cenazeyê Înam rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Devrekê. Serokê Baroya Bursa Gurkan Altun, li ser hesabê Facebookê diyar kir ku bavê Înam bi KHK'ê hatibû îxrackirin û her kesî mohra xayintiyê lê dixis."