Dadgehê doza 6 rojnamegeran a Redhackê taloq kir 2019-04-16 12:49:39   STENBOL - Danişîna doza 6 rojnamegerên ku ji ber e-maîl ên Wezir Berat Albayrak kirin nûçe û doz li wan hat vekirin hat dîtin. Danişina doza 6 rojnamegeran dîsa taloq kirin.    Daniyîna doza 6 rojnamegerên ku nûçe der barê e-maîl ên wezirê maliyê Berat Albayrak de çê kiribûn û ji aliyê Redhackê ve tên darizandin li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Rojnameger Derya Okatan, Tunca Ogreten, Mahir Kanaat û Eray Saygin ên serbest tên darizandin li salona dadgehê amade bûn. Rojnameger Metin Yoksu bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Rojnameger Omer Çelik jî ji ber pirsgirêkên teknîki bi riya SEGBİS'ê nekarîbû tev li danişînê bibe.    Di danişînê de parêzer Ozcan Kiliç, xwest muwekilên wî Omer Çelik û Yoksu variste bên girti nû carek din pêdivî bi tevlêbûna wan a dadgehê tune be. Dîsa xwest alav û amûrên wan ên dijîtal paşve bidin wan.    2 ROJNAMEGER VARESTE KIRIN   Heyetê piştî navberê biryar da. Heyetê biryar da ku şertên qedexeya derketina dervê welat berdewam bike. Disa daxwaza vareste ya ji bo Metin Yoksu û Derya Okatan qebûl kir. Biryar da ku Omer Çelik di danişînek din de dîsa bi SEGBİS’ê tev li danişinê bibe. Dadgehê xwest imajên malzemeyên teknîk û dijîtal temam bikin û paşve bidin. Danişîn taloqî 24'ê Îlonê kir.