Ji bo hevdîtina parêzer a bi Ocalan re biryara mînak: 14 şûnde wê karibe muvekîlê bibîne 2019-04-16 12:24:55 STENBOL - Prz. Gulîzar Tuncer ku 14 salin nikare bi muwekilê xwe re hevditin bike, serî li DMME dabû. DMME bersîv da bal kişand ser biryara Campbell/İngiltere û got: “Hevditina muwekîl tenê di dewşê îstisnaî û di demên diyarde dikare bê kirin." Tuncer, anî ziman ku ev biryar ji bo  hevdîtina bi Ocalan mînak e."  Mehmet Aytunç ê ji doza Partiya Şoreşger a Tirkiye (TDP) rastî cezayê muebetê hatiye, niha li girtîgeha Tîpa F a Edîrne girtî ye. Parêzera Mehmet Aytunç Altay Prz Gulizar Tuncer,  bi salan e nikare bi muwekilê xwe re hevdîtin bike. Ji ber parêzer kovarek û 2 pirtûk dabûn muwekilê xwe bi îdîaya “Parêzer ragihandina rêxistinî dike" ji 25'ê Tebaxa 2005’an heta niha destûr nadin ku bi muwekilê xwe re hevdîtinê bike. Hinceta qedexeya ku parêzer Tuncer bi muwekîlê xwe re hevdîtin bike û hinceta qedexeya parêzerên Ocalan bi muwekilê xwe re li Îmraliyê hevdîtin bikin heman xal e. Ji ber Zagona Hêjmar 5275'an parêzer nikarin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin. Altay ku zêdeyî 30 salin girtî ye, 14 salin nikare bi parêzera xwe Tuncer re hevdîtin bike. Qedexeya bê sinor û bê dem danine ser hevdîtina parêzer. Tuncer, sal serî li hekîmtiya înfazê dida, lê hemû dihatin redkirin. Ligel vê yekê serî li Cezayên Giran jî dida û li vir jî serlêdanê wê dihatin redkirin. Îdareya Girtîgehê bi hinceta pirtûk û kovaran bi îdîaya "parêzer ragihandina rêxistinî dike" xala 5'emîn a zagonê xist meriyetê û biryar da ku nivîsên di navbera Altay û Prz. Tuncer  de ji aliyê hekîmê înfazê ve bê lêkolînkirin. Ji bo ev îhlala mafê parastinê bê rakirin Prz. Tuncer 14 salin têkoşîna hiqûqê dide. Tuncer, serî li Hekîmtiya Înfazê da. Piştî îtîraza wê  red kirin vê carê serî li Dadgeha Cezayên Giran a Edîrneyê da. Piştî Tuncer ji vir jî encam negirt vê carê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. DMME piştî serlêdana Tuncer lêkolîn kir, bersîve da. DMME, di bersîvê de bal kişand ser biryara Campbell/İngiltere û got: “Hevditina muwekîl tenê di dewşê îstisnaî û di demên diyarde dikare bê kirin." Tuncer, anî ziman ku ev biryar ji bo  hevdîtina bi Ocalan mînak e."    ‘ASTENGKIRINA PARÊZER Û MUVEKÎL LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'   Tuncer, têkildarî serlêdana DMME got “Bi hinceta parêzer pirtûk û kovar birine ji muwekilê xwe re li dijî pîşeyê parêzeriyê tev geriya ne û li gorî xala zagona 5275'an hevditina parêzer bi sînor kirine. Me di serlêdana DMME de ji diyar kir ku der barê pirtûk û kovaran de tu biryara dadgehê tune ye. Ev weşan li bayiyên rojnameyan tên firotin. Ji ber vê yekê tu saqinceya wê tune ye. Ji ber vê yekê ev biryar keyfî û li dijî hiqûqê ye."      TUNCER: GIRÊDAYÎ BIRYARA CAMPBELL/ÎNGİLTERE E    Prz. Tuncer, bal kişand ser biryara DMME û wiha got: "Xala zagona ku hincet nîşan didin dibêje ‘ewlehiya saziyê dixe talûkeyê' an jî ‘Parêzer amûrên ragihandina rêxistinî dixe hundir' û vê yekê hincet nişan dide. Lê divê delîlên şênber hebin. Di rewşa me de tiştekî şênber tune ye. Rojname û kovarê hincet nîşan dide û bê sînor û bêdem hevdîtina me qedexe dike. Me bi dehan caran serî li Hiqûqa hundir AYM'ê û DMME'e da. Lê dîsa mafê me yê hevdîtinê hat asteng kirin. Ji 25'ê Tebaxa 2005'an heta niha em nikarin Aytunç re hevdîtin bikin. DMME'ê di bersivê de bal kişand ser biryara Campbell/İngiltere. Di biryara DMME de Qedexe bi 3 şertan girêdaye. Diyar kirine ku divê qedexe li gorî 3 rêgezan be. Yek jê divê qedexe zagonî be. Divê ji bo armanca rewa û civaka demokratîk pêş bikeve. Lê di lêkolînê de pêdivî bi vê yekê nedîtiye. Ev qedexe li dijî zagonan e.      MA / Sadiye Eser