'Êdî bes e, vê zilmê rawestînin’ 2019-04-16 11:07:55 DÎLOK – Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku ew jî bi qasî zarokên xwe birçî ne û gotin: “Êdî bes e, divê gel rabe ser piya û ji vê zilmê re bêje bes e.”  Girtî Ramazan Ozmen 43 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û Omer Ozmen jî 47 roj in li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Husna Kiliç jî 47 roj in li Girtîgeha Kandiriya Kocaeliyê di greva birçîbûnê de ye. Malbatên girtiyan bi telefonê bi zarokên xwe re hevdîtin kirin û girtiyan got: “Ev kar êdî bi me tenê nabe.”    ‘HÛN JÎ RABIN SER PIYA’    Dayika Ozmen ên birayê hev Zeynep Ozmen diyar kir ku du kurê wê di greva birçîbûnê de ne û got: “Rewşa wan qet nebaş e. Heman nebaşiyê em jî hîs dikin. Em nikarin êdî cenazeyek din rakin. Ez li pey çalakiya wan im. Çima malbat bi giştî ranabin ser piya û dengê xwe dernaxin? Kurê min Omer di hevdîtinê de digot ‘Çima dengê we nayê. Malbat çima dengê xwe dernaxin. Ev kar tenê bi çalakiya me nayê çareserkirin, divê hûn jî rabin ser piya û wê demê wê dewlet neçar bimîne daxwaza me qebûl bike.’ Kurê min din Ramazan jî got ‘Heta tecrîd neyê rakirin em çalakiya xwe bi dawî nakin. Hûn jî rabin ser piya.’ Dema zarokên me hebin em hene. Dema ew tune bin em jî tune ne. Êdî ev wisa nameşe. Divê gel rabe ser piya. Em heta dawiyê li pey zarokên xwe ne.”    ‘PÊDIVIYA VÊ AXÊ BI AŞTIYÊ HEYE’    Dayika Kiliç, Gulnaz Kiliç jî da zanîn ku herî dawî wê salek berê di hevdîtinê keça xwe dîtiye û tenê di telefonê de dengê wê bihîstiye û dengê keça wê nebaş dibihîst. Dayik Kiliç anî ziman ku birçîbûna keça xwe ew li malê hîs dike û got: “Ez nikarim xwarinê bixwim. Dema dixwim jî bi zorê dixwim. Ne mimkun ez xwarinê bixwim. Di telefonê de dibêje ku hemû gel rabe ser piyan. Êdî bes e divê gel rabe ser piya û ji vê zilmê re bêje bes e. Divê hikumet demildest bikeve tevgerê. Êdî bes e ewqas zarokên me mirin. Pêdiviya vê axê ne bi xwîn û mirinê heye êdî pêdiviya vê axê bi aştiyê heye.”