Walîtiya Amedê duh bi 'bombeya zindî' îro bi 'diz' sucdar kir 2019-04-16 10:48:08 AMED - Walîtiya Amedê ku ji bo Kemal Kurkut ê di Newroza 21'ê Adara 2017’an de polîs ew kuşt got “Bombeya zindî" niha jî ji bo kuştina Recep Hantaş ku polîsan gotibû “Me bi şaşî kuşt" got "diz" û sucdar kir.    Walîtiya Amedê ku 2 sal berê ji bo kuştina Kemal Kurkut gotibû "Bombeya zindî" niha jî ji bo kuştina ciwanê 20 salî Recep Hantaş got "Diz" û tawanbar kir. Di Newroza 21'ê Adara 2017’an de polîs xwendekarê Zanîngeha Înonu  Kemal Kurkut, kuştibû. Piştî kuştina Kurkut Walîtiya Amedê daxuyanî dabû û gotibû Kurkut “Bombeya zindî ye" û kuştina Kurkut rewa kiribû. Dema Kemal Kurkut ji Meletiyê hat Amedê û xwest beşdarî mîtînga Newrozê bibe, polisan ew rawestandibû û destûr nedabû têkve qada mîtîngê. Piştî niqaşa di navbera wî û polîsan de polîsan li gel ku neviyê bedena wî tasî bû û tiştek li ser wî tune bû jî ji pişt ve gule berdabû wî û ew kuştibûn. Walîtya Amedê jî daxuyanî dabû û gotibû “Şexsê bi çantayê piştê ku xwest têkeve qada mîtînga Newrozê, polîsên ji ewlehiyê berpirsiyar xwestin li ser wî lêgerîn bikin. Lê şexs destûr nedaye ku li ser wî lêgerîn bikin. Şexs gotiye 'Di çantê min de bombe heye' ezê we tevan bikujim' û bi kêra destê xwe êrîşî polîsan kiriye. Piştre ber bi qada mîtîngê ve reviya ye. Polîsan îhtîmala şexsê navborî ya Bombeya zindî li ber çavan girtiye û mudaxale kiriye."   JI BO KEMAL KURKUT GOTIN 'BOMBEYA ZINDÎ'    Piştî dîhaberê wêneyê kêliya kuştina Kurkut yê nêvî tazî parve kir, derket holê ku piştî Kurkut xwestiye têkeve qada Newrozê û polîsan destûr nedaye û piştî niqaşê polisan ji piştve gule berdaye û jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku wêne hatin parvekirin Walîyê Amedê Huseyin Aksoy, daxuyanî guhert û got: “Me nexwest encamek wisa pêk bê. Bûyerek xemgîn e. Mijar bi her alî tê lêpirsîn." Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî Kuştina Kurkut lêpirsîn da destpêkirin. Der barê 72 polisan de lêpirsîn da destpêkirin. Pişti lêpirsînê polis Y.Ş. û O.M. hatin binçavkirin. Serdozger O.M. serbest berda. Y.Ş. jî bi kontrola edli sewqî hekîmê Cezayê Sulh kir. Hekîmê Cezayê Sulhê jî Y. Ş. bi kontrola edlî serbest berda. Tevî rapora Saziya Tipa Edlî û Buroya Krîmînal a Navneteweyî Y.Ş. dîsa nehat girtin û niha serbest e û li ser kar e.    2 sal şûnde vê carê polîsan li Parka Sumerê ya Yenîşehira Amedê ciwanê 20 salî Recep Hantaş kuştin. Polîsan di şeva 14'ê Nîsanê saet di 03.20'an de gule berdan Hantaş û kuştin. Piştî bûyerê polîsan daxuyani dan û gotin "Me bi şaşi kuşt" Birayê Hantaş Efe Hantaş, dema ji bo cenazeyê birayê xwe bigirin çûn Saziya Tipa Edlî ya Zanîngeha Dicle, polîsan ji wî re got “Birayê te bi kesekî ku di lîsteya lêgerînê de heye re hevdîtin kir. Me operasyon pêk anî. Li vir Recep bi şaşî hat kuştin" Malbatê diyar kir ku daxuyaniya polîsan ji rastiyê dûr e û diyar kirin ku Hantaş berê gelek caran rastî gefa polîsan hatiye.    Piştî bûyerê Walîtiya Amedê daxuyanî da. Walîtiya Amedê ku 2 sal berê ji bo Kemal Kurkut got "Bombeya zindi ye" vê carê ji bo "Recep Hantaş" got diz. Walîtiyê ji bo Hantaş daxuyanî da û got: “Di roja 14.04.2019'an saet di 03.20'an de li Parka Sumer a Yenîşehîr a Amedê 2 kesên rûpoş ketine parkê. Li ser îxbara li 155'an hat kirin, yekîneyên polîsan li parkê operasyon pêk anî. 2 kesên li parkê, ber bi polîsan ve reviya ne. Polîsan hişyariya 'raweste' kiriye û R.Y. guh daye hişyariyê û teslim bûye. Lê şewsê din R.H. reviya ye. Polîsan ji bo raweste gule berda ye. Lê şexsê şikdar ranewestiya ye û polîsan gule berdaye û bê tesîr kiriye. Piştî lêpirsîna UYAP a der barê R.H. de rastî qeydên dizî, sextekariya belgeyên fermî, bikaranîna agahiya nasnameyên kesên din, birîndarkirin û wekî din hatiye dîtin."    Polîsan ji bo Hantaş got "me bi şaşî kuşt" walîtiyê jî got "Diz û sexterak" û tawanbar kir. Têkildari bûyerê 2 polîs hatin binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî Dozgeriya Komarê ya Amedê kirin. Ji 2 polîsên hatin binçavkirin polîsek li dadgehê hat girtin. Walîtiyê diyar kirin ku lêpirsîn dane destpêkirin.