Xwarinek biharê rêvazan li ser dezgehan cihê xwe girt 2019-04-16 10:20:24 WAN – Rêvazên li serê çiyayan şîn dibin li ser dezgehên li kolanên Wanê cihê xwe girtin.  Li herêma Serhedê hêdî hêdî hewa germ dibe. Bi germbûna hewayê re rêvazên li serê çiyayên bilind şîn dibin cihê li ser dezgehan girtin. Tê gotin ku rêvaz di nava şertên zor de tên behrevkirin û ji nexweşînên wek penceşêr, zerik, diyabet-şeker, tansiyon û pirsgirêkên mîde û roviyan re baş tê. Gevdika rêvazan bi 10 lîreyî tê firotin û kîloya wê jî 20 lîre ye.    XWARINEK BIHARÎ YE    Hin welatî bi firotina rêvazan debara xwe jî pê dikin. Her wiha tirşîna rêvazan jî tê çêkirin. Rêvaz tenê xwarinek di demsala biharê de tê dîtin û temenê rêvazan kurt e.    ‘DAXWAZ GELLEK HEYE’    Ahmet Baş ê her sal vê çaxê rêvazan difiroşe wiha got: “Em rojane diçin ji çiyayên bilind berhev dikin û bi torbeyan tînin. Bi hatina biharê re rêvaz şîn dibin. Ev 3 roj in derketine piyasê. Însan gellek jê hez dikin û ji ber vê yekê jî gellek daxwaz ji rêvazan heye.”