Bijîşkên li girtîgehê bi helwesteke polîtîk nêzî çalakgeran dibin 2019-04-16 09:08:27 ERZIROM - Sînan Çelîk ê li Girtîgeha Rihayê di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku helwesta rêveberiya girtîgehê ya li dijî çalakgeran ne helwesteke mirovane û ehlaqî ye û bijîşkên tên kontrolê jî bi helwesteke polîtîk tev digerin.  Li Girtîgeha Jimare T-1 a Rihayê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Sînan Çelîk e. Çelîk ê 24 salî ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Şohret Çelîk, bilêv kir ku êdî kurê wê nikari bi telefonê jî xweşikî biaxive û bal kişand ser rewşa tenduristiya çalakgeran.  Çelîk, anî ziman ku herî dawî bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û kurê wê gotiye: "Helwesta girtîgehê ne helwesteke mirovane û ehlaqî ye. Ji roja me dest bi greva birçîbûnê kiriye heta niha bi awayekî rêk û pêk tenduristiya me nayê kontrolkirin. Vîtamînên tên dayîn jî hindik in. Helwesta bijîşkên peywirdar jî ne li gor etîka bijîşktiyê ye. Carinan ji bo kontrolkirinê tên, lê wexta tên jî helwesteke polîtîk nîşan didin. Êdî tenduristiya min jî nebaş e, zihîf jî dibim. Lê heta daxwaza me neyê qebûlkirin ez ê dev ji çalakiya xwe bernedim."    BANG LI SEROKOMAR KIR   Dayik Çelîk jî got: "Bang li Erdogan dikim; 106 roj in Sînan di greva birçîbûnê de ye. Zarokên te jî hene. Ji dêvla tu li benda mirina zarokên me bî, gavina bavêje. Guh bide qîrîna dayikan û rojek berî rojekê tecrîdê bi dawî bike."  Dayik Çelîk herî dawî got: "Tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin. Ka DMME? Ma dengê dayikan nabihîsin?"