‘Wexta em gepek nan dixwin jî hêstir ji çavên me dibarin' 2019-04-16 09:07:50 EDENE – Dayika Suleyman Acûn ê di greva birçîbûnê de ye Mahbûbbe Acûn, xwest tecrîd bi dawî bibe û got: "Wexta em gepek nan dixwin hêstir ji çavên me dibarin."  Li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Suleyman Acûn ê 22 salî ye. Acûn ê ji sala 2016'an ve girtiye ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.  Dayika wî Mehbûbe Acûnaiyar kir ku di 3'yê Nîsanê de kurê xwe dîtine û kurê wê gotiye: "Em li ber xwe didin. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin em ê li ber xwe bidin. Hûn jî li derve bibin dengê me."  Acûn, bilêv kir ku kurê wê û girtiyên din zihîf bûne û bi zorê li ser piya disekinin, lê belê moralê wan pir baş e û wiha got: "Wexta em gepek nan dixwin hêstir ji çavên me dibarin. Bila gelê me rabe ser piya. Bila tecrîd bi dawî bibe da grev jî bi dawî bibe." Acûn, bang li Wezareta Dadê kir ku daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.