DBP'ê banga piştevaniyê kir 2017-11-13 10:48:55 AMED - Partiya Herêmên Demokratik, têkildarî erdheja ku şevê din li Herêma Kurdistana Federe pêk hat banga piştevaniyê kir.  Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP), têkildarî erdheja hêza wê 7.3 pêl a şevê din (12'ê mijdarê) li Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe pêk hat daxuyanî da. DBP'ê diyar kir ku hêjmara mirî û birîndaran zêde dibe û bang li her kesî kir ku ji bo piştevanî û piştgiriya welatiyan têkevin nava tevgerê. DBP'ê anî ziman ku şevê din erdheja navenda wê Helepçe bû ji ber encamê wê pir xemgîn in û wiha cih da peyamê: "Li gorî agahiyên me girtin heta niha bi sedan welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Em bi fikarin ku hêjmara miriyan zêdetir bibin. Gelê me yê li Kurdistanê û mirovên me yên li Ewropa dijîn divê li dijî vê yekê hestiyar tev bigerin û destê alîkarî û piştevaniyê dirêjî gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bikin û wan bi tenê nehêlin. Em êşa wan parve dikin, bi malbatên miriyan re sersaxî û ji birîndaran re şîfayê dixwazin."