ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-16 09:00:55 * Mahbûbbe Acûn, dayika Suleyman Acûn ku di greva birçîbûnê de ye, xwest tecrîd bi dawî bibe û got: "Wexta em gepek nan dixwin hêstir ji çavên me dibarin."  * Sînan Çelîk ku li Girtîgeha Rihayê di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku helwesta rêveberiya girtîgehê ya ji bo çalakgeran ne helwesteke mirovane û ehlaqî ye û bijîşkên ji bo kontrolê tên jî bi helwesteke polîtîk tev digerin.    * Bahattîn Alkiş ku li Girtîgeha Şirnexê 47 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Dibe bedêla wê giran be, lê em ji bo siberojên azad û birûmet têdikoşin."    * Parlementerê HDP'ê ya Şirnexê Zekî Îrmez, bilêv kir ku bi bicihkirina leşker û polîsên li Şirnex û navçeyên wê encamên hilbijartinê hatine guhertin û ev yek berdewamiya polîtîkaya qeyûman e. Îrmez, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî ew ê xwe rexne bikin û ji niha û pê ve tevî gel bi awayekî hîn xurtir tev bigerin.    * Avniye Sûngûr, dayika Mervan Sûngûr ku 103 roj di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku bi erebokê kurê wê anîne cihê hevdîtinê û got: "Piştî zarokên me mirin, tu wateya serîrakirinê namîne."     * Dayika Huseyîn û Suat Aşkan û dayika Husnu Aşkan ku di greva birçîbûnê de ne, gotin: "Êdî ji bo me roj derbas nabin. Her ku em tî û birçî dibin agir bi kezeba me dikeve. Êdî em nikarin li malê xwarinê jî bixwin."    * Remziye Erden, dayika Alî Erden ku li Girtîgeha Rihayê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser bêdengiya hikûmetê û got: "Heta niha 7 cenaze ji girtîgehan derketine. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin."    * Berdevkê Komîsyona şopandina Girtîgehan Parêzer Îbrahîm Bîlîcî, diyar kir ku li girtîgehan çalakgerên greva birçîbûnê li ber mirinê ne û got: "Divê îktîdar, muxalefeta sereke û partiyên siyasî hemû daxwazên girtiyan û di Qanûna Înfazê de nexşerêyeke ku Ocalan jî dihebîne esas bigirin."    * Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de, bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe wê li ber Girtîgeha tîpa M a Gebze çalakiya xwe berdewam bikin.    * Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê yên HDP’î Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, wê ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar mazbata xwe bigirin. (09.00)   * Daniyîna doza 6 rojnamegerên ku nûçe der barê e-maîl ên wezirê maliyê Berat Albayrak de çê kiribûn û tên darizandin wê li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.45)   * Danişîna doza Rojnameger Kibriye Ev ren ku ji 16'ê Kanûnê de di greva biçîbûnê de ye wê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-16.00)   * Navenda Giştî ya ÎHD'ê wê encama rapora binpêkirina mafan a di hilbijartinê de derket holê, li navenda giştî bi raya giştî re parve bike. (11.00)   * DÎSK, wê têkildarî zêdebûna betaliyê li Şaxa Buyukkent a Odeya Mîmanar a li Karakoya Stenbolê, civîna çapemeniyê pek bîne. (11.00)    * Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat û rêxistinên sivîl bi armanca balê bikişînin ser daxwazênk girtiyan ên ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê bi dawî bibe ketine grevê, wê li avahiya ÎHD'ê ya li Taksimê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   * Koordînasyona Saziyên Hiqûqê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de wê li pêş Deriyê C yê Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, wê bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî yên kurd li avahiya HDP'ê ya Amedê têkildarî encama hilbijartinê civîna çaemeniyê pêk bînin. (15.00)