Leyla Xalîd wekîlên di greva birçîbûnê de jî ziyaret kirin 2019-04-15 16:09:57 AMED - Endama Polîtburo ya FHKO Leyla Xalîd, piştî serdana Leyla Guven wekîlên HDP’ê yên di greva birçîbûnê dene jî, ziyaret kirin. Parlementerê HDP’ê Tayîp Temel, diyar kir ku di gelek aliyan de ew heman qederê parve dikin û got: “Hatina serdama Leyla Guven û ya me bê guman moral û hêz da me. Dengê xwe beşdarî dengê me bikin.”  Endam Polîtburoya Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê (FHKC) Leyla Xalîd, piştî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 159 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ziyaret kir û şûn de, parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên di greva birçîbûnê de jî ziyaret kir. Leyla Xalid a li avahiya HDP’ê ya Amedê bi 3 parlementeran re hatin gelhev, sohbet kirin.    Xalîd, diyar kir ku li Fîlîstîn û Tirkiyeyê heman polîtîka hene û wiha axivî: “Li dijî van pêkanînan tim çalakiyên grevên birçîbûnê hene.”   ‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BANGA AZADIYÊ YE’   Xalîd, anî ziman ku di demên derbas bûyî de jî, çalakiyên grevên birçîbûnê li Tirkiyeyê hebûn û wiha bilêv kir: “Azedî dixwestin. Di heman demê de grevên birçîbûnê banga azadiyê ye. Min Leyla Guven dît. Jinek pir bi hêz bû. Min wisan hîskir ku li hemberî wê berpirsiyartiyek min heye. Leyla Guven, ji bo rêhevalên xwe biparêze û vê rewşê şermezar bike, jiyana xwe daniye holê. Bi taybetî vê ji bo Birêz Ocalan dike. Peyama wê li hemû cîhanê belav bûye. Raya giştî piştgiriyê de çalakliyên grevên birçîbûnê û daxwazên wan. Hûn mafdarin û em piştgiriyê didin we. Organîzasyonên cuda yên cîhanê jî piştgiriyê didin we. Tu mirov, van binpêkirinên mafan mirovan qebûl nakin.”    ‘EZ HÊVÎ DIKIM KU HIKUMET DENGÊ BIRÇÎBÛNÊ BIBIHÎZE’   Leyla Xalid, bal kişand ser bêdengiya hikumetê jî û wiha got: “Hikumetê bersiv neda, lê şermezarkirina dikarîbû bersiv bide. Ez hêvî dikim ku parlamentoya we dê bikeve  ferqa van binpêkirinan. Hûn parlementerin û ez jî parlementerim. Di  girtîgehên Îsraîlê de gelek parlementerên me hene. Ji ber vê têkoşîna me hevpare. Divê em vê têkoşîna xwe dewam bikin. Lê lazime ku em awayê wê biguherînin. Ez hêvî dikim ku hikumet vî dengî bibihîze. Silava gelê me ji we re hene. Bi birçîbûna xwe, hûn hem bi me re û hem jî bi tevahiya cîhanê re diaxivin. Berî her tiştî hêvî dikim ku tenduristiya we baş be. Hêvîdarim têkoşîna we encam bigire.”    TEMEL: DENGÊ XWE BEŞDARÎ DENGÊ ME BIKIN    Teyip Temel piştî Xalet axivî û keyfxweşiya xwe ya serdana Leyla Xalid anî ziman.   Temel, diyar kir ku Kurd Leyla Xalid ji nêz de nas dikin û wiha got: “Em hewldana we ya ji bo azadî û têkoşîna Kurdan baş dizanîn. Di gelek aliyan de em heman qederê parve dikin. Serdana we ya ji bo me û Leyla Guven, bêgumen hêz û moral da me. Dengê xwe beşdarî dengê me bikin.”   ‘DI DÎROKA TIRKIYEYÊ DE GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA HERÎ MEZIN E’   Temel, da zanîn ku daxwazên wan hiqûqîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dîroka Tikriyeyê de greva birçîbûnê ya herî mezine. Em xemsariya hikumet û parlamentoyê dizanîn, lê em dizanin ku em ê teqez qezenc bikin. Li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û Cîhanê hemû gelên mafdar û meşrû tezenq dê qezenc bikin. Gelê Fîlîstînê jî dê qezenc bike.”    Leyla Xalid û parlementerên di greva birçîbûnê dene piştî sohbetê wenê kişandin û dûre Xalid ji avahiya partiyê veqetiya.