Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin 2019-04-15 15:53:24   AMED – Malbatên girtiyan name ji Wezareta Dadê re şandin û xwestin daxwaza girtiyan bicih bînin û Tirkiye qanûnên xwe pêk bîne.    Malbatên girtiyan ên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne name ji Wezareta Dadê re şandin. Malbat li ber postexaneya li Semta Ofîsê ya Amedê li hev kom bûn û derbasî hundir bûn. Malbatan name radestî PTT’ê kir.    Piştî name şandinê Hatun Yildiz li ser navê malbatan axivî û diyar kir ku ew xwedî li daxwaza zarokên xwe derdikevin û got: “Pêwîste gavek berê gavekî tecrîda li Îmraliyê rabe.”    Di nameyê de hat xwestin Wezareta Dadê guh bide daxwaza girtiyan, daxwaza wan bicih bê û Tirkiye qanûnên xwe pêk bînin.    Malbatan dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin û ji ber postexaneyê veqetiyan.