Hêjmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratik derket 2019-04-15 15:48:29 STENBOL - Hêjmara nû ya Kovara Modernîyeta Demokratik a ramyarî ku ji 3 mehan carekê tê weşandin bi mijara "Neoliberalizm” hat çapkirin.  Hêjmara 27'emîn a Kovara siyasî û ramyarî ya Modernîteya Demokratîk bi mijara "Neo Lîberalîzm" hat çapkirin. Kovar li weşanxane û malên pirtûkan ên Lilav, Kırmızı Kedi, Mephisto, Îmge û gelek malên pirtûkan tên firotin. Di vê hêjmara kovarê de nivîsa Alî Fırat, Bese Erzingan, Slavoj Zizek, Berfin Dilan Guven, Ahmet Dogan, Fikret Başkaya, H. Yekta Eren, Veysi Arancak, Dilzar Ayntap, Yusuf Gursucu, Îbrahim Çoban, Cemîl Aksu, Ramazan Markoç, Şahîn Bozkir, Serhat Ozturk û Firat Emekçî cih digire.