Welatiyê extiyar li nava kolanê hat gulebarankirin 2019-04-15 14:04:47   AMED – Li Ofîsa Amedê kesê bi navê M.D. bi demançeyê êrîşî welatiyê bi navê Zulkîf Yilmaz (70) kir û ew bi giranî birîndar kir. Hat zanîn ku bûyer ji ber xwîniyê hev bûn pêk hatiye.    Li Semta Ofîsê ya Navçeya Yenîşehîra Amedê li ser Kolana Kurt Îsmaîl Paşa ya 2’emîn kesê bi navê M.D. bi demançeyê êrîşî welatiyê binavê Zulkîf Yilmaz (70) salî kir û ji ranê wî çepê ew birîndar kir. Yilmaz ê ji ranê xwe bi giran birîndar bû ket erdê û di nava xwînê de ma. Welatiyan nehişt êrîşkar bireve û ew zeft kir. Bi pêkhatina bûyerê re welatiyan agahî da ekîbên polîs û tenduristiyê. Piştî demek kin polîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyer.    Polîsan şerîda ewlehiyê kişandin û êrîşkar binçav kir. Xebatkarên tenduristiyê mudaxeleyî Yilmaz ê birîndar kirin. Di vê navberê de welatiyê di nava xwînê de mabû rengê wî li hev zer bibû. Piştî mudaxeleyê Yilmaz rakirin nexweşxaneyê.    Hat zanîn ku bûyer ji ber her du alî xwîniyên hev in pêk hatiye. Yilmaz bi halê xwe yê birîndar jî diaxivî û got: “Em xwîniyên hev in. Ew kes dijminê min e. Hat li min da.”