Leyla, Leyla ziyaret kir: Em ê bi te bêtir bi hêz bibin 2019-04-15 13:13:59 AMED -Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, Leyla Guven ziyaret kir û got: “Divê em di rêya azadiya gelê xwe de bimeşin." Leyla Guven jî got: "Teqez em ê bi ser bikevin."    Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 159 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye ziyaret kir. Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Gulcihan Şimşek, parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz jî li gel Leyla Xalid çûn serdana Guven. Keça Leyla  Guven Sabîha Temîzkan Xalid û heyeta li gel wê pêşwazî kir. Guven ji ber Guven, ji ber ziyareta Xalid kêfxweyiya xwe anî anî ziman û spas kir. Guven wiha got: “Hûn di ser ser û çavan re hatine. Navê we her dem di nava têkoşina tevgera azadî de heye. Ez nikarim zêde bi axivim. Li qisûra min nenerin. Em gelê mafdar ên kurd û Filistin in. Em ê teqez bi ser bikevin. Em di sedsala 21'an de ji bo gelê kurd û gelê Fîlîstin di grevê de ne. Ocalan 20 salin di bin tecrîdê de ne. Ez bi ziyareta we pir kêfxweş bûm. Teqez emê bi ser bikevin. Me duh li ber xwe da em li ber xwe didin emê sibê jî li ber xwe bidin. Em du Leyla emê dest bidin hev û bi ser bikevin. Bila kes ji me û gelê Filistinê nexwazin ku em dest ji grevê berdin. Bila gelê Kurd jî û gelê Filistinê jî wekî gelê cîhane jiyanekê berdewam bikin. Ez di vê rêyê de bimirin jî ji bo min şeref e. Ez pir sipas dikim ji bo hatina we. "    Leyla Xalid jî wiha got: “Bi dîtina we ez pir kêfxweş bûm. Em dixwazin di vê têkoşînê tu jî bi mere berdewam bike. Tu bi hêz e. Heta ku tu bi mere be emê bêtir bi hêz bin. Ez jî pir kêfxweş im. Sekreterê me yê giştî silav û hezkirinên xwe şandin. Niha 13 salin girtî ye. Hevrêyê me dibêjin bila bi hêz be em jî li gel wê ne.e Niha bi sedan kes li zindanan di grevê de ne. Niha tu jî di grevê de ye. Dîtina min ma bi tere ji bo min erk bû. Ji ber ku em hemû jinên berxwedêr in. Em jinên têkoşînê ne. Divê em hemû bi hevre di rêya azadî û serkeftina gelan de bimeşin. Di heman demê de bi hevre dengê me di têkoşîna azadiya gelan de bilind bû.