Helepçe dîsa hejiya 2017-11-13 09:56:08 HELEPÇE - Parêzgeha Helebce piştî erdheja şevê din îro serê sibehê careke din bi hêza 3 pêlan hejiya. Du erdheja duyemîn de zerar pêk nehat.  Piştî erdeja şevê din a bi hêza 7.3 pêl li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat û li Bakûrê Kurdistanê jî hatî hîskirin îro, di saet 08.05'an de careke din parêzgeha Helebce hejiya.  Lê tu ziyana madî û giyanî çênebû. Pisporê jeolojî Ehmed Abid têkildarî erdheja li Helebce çêbûyî wiha got; "Her çend ku ti daneyên fermî li ber destê me nîne jî lê, li gorî pêşbîniyên me pileya erdhejê derdora 3 pileyan de bûye. Ti ziyana giyanî û madî jî çênebûye. Li gorî zanista jeolojî piştî her erdhejekî dijwar 5 rojan rêze erdhej çêdibin. Lê wê pileyên wan ne zêde bilind be."   Şevê din bi pileya 7.3 gelek bajarên Kurdistanê bi taybet, li Silêmanî û Kirmaşanê erdhej çêbû û herî kêm 164 kesan jiyana xwe ji dest dabûn bi sedan kes jî birîndar bû. Lêkolîn û lêgerîna der barê encama erdhejê de didome.