Unsal: Tecrîd li dijî hiquqê ye 2019-04-15 11:17:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê berê û Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Ahmet Faruk Unsal, diyar kir ku  tecrîd li dijî hiqûqê ye û ji bo tecrîd bi dawî bibe banga diyalogê kir.    Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan di roja 159'an de didome. Bi hezaran girtî li girtîgehan li dijî tecrîdê di grevê de ne. Dîsa li Ewropa, Hewler û gelek bajarên din bi sedan Kurd û dostên Kurdan li dijî tecrîdê di greva birçîbunê de ne. Parlamenterê serdema 22'emîn yê Semsûrê û Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Ahmet Faruk Unsal, diyar kir ku  tecrîd li dijî hiqûqê ye û ji bo tecrîd bi dawî bibe banga diyalogê kir. Unsal, li ser hesabê medya civakî yê twîtterê bang kir û xwest ji bo êdî mirin bi dawî bibin gavên çareserî û diyalogê bên avêtin. Unsal, anî ziman ku tecrîd li diji hiqûqê ye û wiha got: "Tecrîd ne siyasî ye. Têgehek fîzîkî û hiqûqî ye. Saziya siyasetê qanala nefesa hiqûqê dixetimîne û destûr nade çareserî pêş bikeve. Berê jî me pêvajoyên wisa derbas kirin. Em bûn şahid ku dema aqilê dewletê dikeve nava tevgerê civak çawa nefesê distine. Divê hesabên siyasî dinînin aliyekî û hiqûqê têxin meriyetê. Beyî ku bêtir mirov jiyana xwe ji dest bidin divê saziya siyasî li dengê wîcdan û hiqûqê guhdar bike û gavên diyalogê bavêje. "