Walîtiya Amedê ji bo Recep Hantaş daxuyanî da 2019-04-15 09:16:30   AMED – Walîtiya Amedê ji bo Recep Hantaş ê duh polîsan ew kuştibû daxuyanî da û ragihand têkildarî bûyerê 2 polîs bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin e.   Duh li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê Recep Hatnaş (20) ê bi hevalê xwe rûdinişt, polîsan gule berdayê û ew kuştin. Polîs li malbata Hantaş geriyabûn û gotibûn  “bi şaşîtî hatiye kuştin.” Walîtiya Amedê têkildarî bûyerê daxuyaniya nivîskî da û îda kir ku Hantaş guh nedaye banga “hişyariyê” û ji ber vê yekê polîsan gule berdayê. Walîtiyê ragihand ku têkildarî bûyerê 2 polîs bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatine kirin. Walitiyê got der barê bûyerê de lêkolînên wan didomin.