Dayika girtî: Êdî sebra me nema 2019-04-15 09:01:06 AMED - Dayik Nafiye Yîgît ku 8 meh in nikare bi kurê xwe Fethullah Yigît ê girtî re hevdîtinê bike bertek nîşanî zextên li ser girtiyan da û got: "Êdî sebra me nema ye. Divê demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bînin."  Li hemû girtîgehên Tirkiye bi hezaran girtî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li derve jî li gel Leyla Guven bi sedan siyasetmedar, hunermend, rojnameger û welatî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Leyla Guven 158 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Koma yekem ên Girtîgehan ku di 16'ê Kanûna 2018’an de dest bi grevê kirin 121 roj, girtiyên di 1'ê Adarê de dest bi grevê kirin jî 46 rojin di grevê de ne. Yek ji girtiyên di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir jî Fethullah Yîgît ê li Girtîgeha Tîpa T-2 a Bandirma ye.    Dayika Yîgît Nafiye Yîgît, bang li hikûmetê kir û xwest bi lez gavan bavêjin. Nafiye Yîgît, anî ziman ku êdî sebra wan nemaye û wiha got: "Kurê min 8 salin girtî ye. Heta niha 3 girtîgeh guhert. Di bin zextan de dijî. Ji ber krîza aborî û pere tune 8 meh in nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Tenê ez bi telefonê dikarin bi kurê xwe re hevdîtinê bikim. Girtiyên di grevê de rewşa tenduristiya wan xerab e. Kurê min 10 kilo winda kiriye. Em nikarin bi aramî û serbest bi telefonê her tiştî bi axivin. Dema tiştekî cuda dibêje cezayê hucreyê li wan dibirin. Telefonê li wan qedexe dikin."    ‘TECRÎDÊ RAKIN'    Yîgit, bang li hikûmetê û Wezareta Dadê jî kir û xwest êdî daxwazên zarokên wan pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Hûn çima heta niha bêdeng in. Hûn çima tenê bi hilbijartinê mijûl dibin. Ma hûn dengê zarokên me nabihîzin? Ne ji bo zarokên me bimirin. Bila ji bo aşitê gavan bavêjin. Vê tecrîdê rakin. Êdî em tehamul nakin. Bila dayik negirin. 7 girtiyan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Me roja ewil bang kir. Lê mixabin dengê me nebirin xwe û 7 cenaze derketin."