Dozger hewce bi lêpirsîna kuştina zarokên Cizîrê nedît 2017-11-13 09:25:43 ŞIRNEX - Dozgerê Komarê yê Cizîre, der barê kuştina zarokê 4 salî Harun Çagli û ya 6 salî Ayşenur Geçit ên bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest dan de piştî 21 mehan biryara "pêdivî bi lêpirsîne tune ye" da.  Di 30'ê Adara 2016'an de li taxa Cûdî ya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 4 salî Harun Çagli û zaroka 6 salî Ayşenur Geçit bi teqemeniya li kolanê bi wan de teqîya jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê yê Cizîrê lêpirsîn da destpêkirin. Dozger xwest delîl bên komkirin. Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku xerabeyên xaniyên hatin xerakirin bi kamyonan li van kolanan hatin rokirin û teqemenî jî di nava xirabeyên xaniyan dehatine. Têkildarî lêpirsînê 3 ajokarên şaredariyê yên xurde rokirin hatin binçavkirin. Ajokaran diyar kirin ku ji ber baran hebû barê kamyonê yên bi xirbeyên xaniyan bar kiriye lmi şuna li tenişta Çemê Dîclê rokin li kolanê rokirin. Ajokaran diyar kirin ku maşîneyên polisan ji ew dişopandin û wê demê tiştek ji wan re negotin.    POLÎSAN WEKÎ BOMBEAVÊJ PENASE KIRIN   Di dosyaya lêpirsîna Midûriyeta Polîsan de jî hat diyar kirin ku teqemeniya hatiye teqandin dibe ku bombeavêj be.    DOZGER: PÊDIVÎ BI LÊPIRSÎNÊ TUNE   Serdozger piştî salek û 7 meh di ser bûyerê re derbas bû biryara "lêgerîna daimî" da û hita 25 salan biryara demboriyê da. Dozger, di biryarê de wiha got: "Li gel hemû lêgerîn û lêpirsîna şikdarê çalakî pêk anîye nasnameya wî nehatiye tespîtkirin. Li gorî xala TCK ya 66/1-b'an divê doz li gorî 25 salan bi demboriyê ve bê girêdan."    MA / Gokhan Altay