Zarokê di bîra avê werbû fetisî 2019-04-14 21:13:25   WAN - Li navçeya Çardêranê ya Wanê zarokê 3 salî yê di bîra avê werbû, fetisî.    Li Gundê Kurtîka Jêrê yê Navçeya Çardêranê ya Wanê  zarokê 3 salî Davut Şahin ê di bîra avê ya tenişta malê de werbû fetisî û jiyana xwe ji dest da. Malbat, piştî zarokê wan winda bû û li zarokên xwe geriyan, di bîra gund ya avê de dîtin. Malbatê dema zarok ji bîrê derxistin jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenaze rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çardêrane.