Li Wêranşarê avahiyek hilweşiya: Mexdûrê KHK'ê jiyanaxwe ji dest da 2019-04-14 19:56:13   RIHA - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê avahiya 2 qatî hilweşiya. Di hilweşîna avahiyê de mamosteyê mexdûrê KHK'ê Aslan Durman jiyana xwe ji dest da. 2 kes jî birîndar bûn.    Li Taxa Goktepe ya Navçeya Wêranşarê ya Rihayê avahiya 2 qatî ji ber sedemek nediyar hilweşiya. Di hilweşîna avahiyê de mamosteyê mexdûrê KHK'ê yê 40 salî Aslan Durman jiyana xwe ji dest da. Bavê Aslan, Mehmet Durman û Ahmet Sert jî birîndar bûn. Piştî yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.