Leyla Xalîd wê Leya Guven ziyaret bike 2019-04-14 19:28:57   AMED - Sembola berxwedana Filistinê Leyla Xalîd, wê sibê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 158 rojin di grevê de ye ziyaret bike.    Sembola berxwedana Fîlîstinê û Endama Komîteya Navendî ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlistenê (FHKC) Leyla Xalîd, wê sibê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 158 rojin di grevê de ye li mala wê ziyaret bike. Xalîd, sibê saet di 10.00'an de li gel parlamenterên HDP'ê û Rêveberên HDP'ê yên Amedê biçin mala Leyla Guven û Guven li mala wê ziyaret bike. Xalid, wê parlamenterên HDP'ê yên li avahiya HDP'ê Amedê di grevê de ne Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî ziyaret bike.