Rewşa nexweşê epîlepsî giran dibe û nayê berdan 2017-11-13 09:24:10 EDENE - Dayîka Selamî Keleş ê nexweşîna epîlepsî ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzce tê girtin Guzel Keleş, diyar kir ku her roj derbas dibe rewşa kurê wê xerabtir dibe û nayê berdan.  Li gorî danayên Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) bi 357 girtiyên nexweşîna giran re hezar û 25 nexweşên girtî û hukumxar hene. Yek ji van girtiyan Selamî Keleş ê bi nexweşîna epîlepsî ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzce dimîne.       Nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Duzce rapora “Nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî, xeteriya jiyanê heye û bi tena serê xwe nikare bijî” da Keleş. Malbata Keleş, diyar kir ku her roja derbas dibe rewaş wî xerabtir dibe û ji ber berdana wî ji Wezîrê Dadê, Midûrê Giştî Mal û Ragirtina  Girtîgehan û Serokomar re name şandin û xwestin an Keleş an bê dermankirin, an jî bê berdan. Lê ligel hemû serîlêdanan, bersiv nedan daxwazên wan.    'NAYÊ DERMAN KIRIN'   Dayîka Keleş Guzel Keleş ku hefteya bûrî çûbû hevdîtinê, diyar kir ku hevalên wî ketibin bin milên kurê wê û anîn cihê hevdîtinê. Dayik Guzel Keleş, anî ziman ku li gorî meha borî rewaş kurê wê xerabtir bû û wiha axivî: “Di dema hevdîtinê de serê qet ranekir. Hevalên wî ji min re gotin ‘Her roj rewşa wî xerabtir dibe. Rojê herî kêm du caran ser hişê xwe diçe. Tişta ji destê me tê em dikin. Lê tişta ji destê me tê jî bi sînorin.’ Rewşa wî dil bixwîne. Nayê dermankirin. Ji xwe berê em nasne dikirin. Ev zêde bûye.”    MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ: HÛN ÇIMA DERDIKEVIN TELEVÎZYONÊ    Dayîk Keleş, destnîşan kir ku wê têkildarî rewşa kurê xwe bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kir û wiha bi dawî anî: “Min ji midûr re got ‘Tu bavî, ez jî dayîkim. Ev îşkence dê heya kengî bidome?’ Midûr jî ji min re got ‘Ez nikarim tiştekê bikim. Heya cezayê wî xelas bibe dê li girtîgehê be. Piştî cezayê wî qediya dê bê berdan.’ Midûr ji min pirsa ‘tu çima beşdarî TV û rojnameyan dibî’ kir. Min jêre got ‘ez mecbûrim. Canê mine, cigera min û xwîna mine.’ Hinavê min dişewite. Bila midûrê girtîgehê, doz û Serokomar jî bizanibin ka çiqasî hinavê min dişewite. Zarokên wan jî hene. Ji bo dayîkê ku kurê xwe di vê rewşê de bibîne, ma tiştekê xerabtir heye? Em dixwazin bê dermankirin û çardin sewqî nexweşxanê bê kirin û rapor bê dayîn.”