KHK'yî: Rezan a me ye 2019-04-14 15:54:23 AMED - Platforma Şaxên KESK'ê û Platforma Kesên Hatine Îxrackirin a Amedê, der barê kesên ji ber bi KHK'ê hatine îexrackirin YSK mazbatayê nade wan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nedayîna mazbatayan xespkirina mafa ye.    Platforma Şaxên Konfederasyina Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê û Platforma Kesên Hatine Îxrackirin a Amedê, li ber AZC Plazayê der barê kesên di hilbijartinê de hatine hilbijartin, lê belê ji ber bi KHK'yan hatine îxrackirin YSK mazbataya wan nade de daxuyanî dan. Li ber plazayê polîsan daxuyanî asteng, li ser vê girse ber bi Kuçeya Hunerê ve meşiya û dirûşme berz kirin. Li serê kuçeyê Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê Recep Şîmşek axivî û bertek nîşanî polîsan da. Şîmşek, bilêv kir ku YSK, mazbatayê nade kesên bi vîna gel hatine hilbijartin, dide kesên nehatine hilbijartin û ev yek ji xwe re kiriye peywir.    Berdevkê Platforma Kesên Hatine Îxrackirin a Amedê Azîz Tûray daxuyaniya bi awayekî hevpar hat amadekirin xwend. Tûray, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an bi bîr xist û got: "Bi îlankirina Rewşa Awarte 36 KHK hatin derxistin û bi van KHK'yan xwestin derdora muaxlif teslîm bigirin û tasfiye bikin. Bi van KHK'yên navbirî 135 hezar û 144 kedkarên cemaweriyê bi awayekî derhiqûqî hatinîxrackirin. Rêyên hiqûqî hemû girtin û bi sedhezaran kedkarên cemaweriyê dan ber însafa Komîsyona Rewşa Awarte. Em hemû şahidin ku 2 sal û nîv e komîsyon me eware dike."    ‘YSK XWE WEK PATRON DIBÎNE'    Tûray, destnîşan kir ku lê berlê helbet wê rojekê edalet pêk bê û got: "AKP, YSK'ê wekî patron pênase dike û bi vî awayî nîşan da ku YSK welat û welatiyan wekî piyaseyê û mişteriyan dibîne. Tişta ecêb jî ew e ku YSK jî xwe wek patronan dibîne." Tûray, bal kişand ser hevşaredar û endamên meclîsê yên hatine hilbijartin lê belê YSK mazbataya wan nade jî û got, ev xespkirina mafa ye. Tûray, got: "YSK bi vê biryarê derb li demokrasî û hiqûqê xistiye. Ne  li gor berjewendiyên civakê û welat, li gor berjewendiyên îktîdarê tev digere. Wê ev yek zirarê bide aştiya civakiyî jî. Lê belê wê nikaribin bi KHK'yan vîna gel etslîm bigirin."    Piştî daxuyaniyê girse dirûşmeya "Rezan a me ye" berz kir.