Aborîzan Mustafa Sonmez hat berdan 2019-04-14 14:22:46   STENBOL - Aborîzan Mustafa Sonmez ku îro danê sibehê di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin, hat berdan.    Aborîzan Mûstafa Sonmez ku îro danê sibehê saet li dor 3'yan polîsan avêt ser mala wî û ew binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê hat berdan. Sonmez, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku hatiye berdan. Sonmez, got: "Danê sibehê saet li dor 3'yan hatin li deriyê min dan, min xistin nezaretxaneyê û piştî îfadedayînê niha serbest im. Kesên li min pirsîn, geriyan û eleqedar bûn mala hemûyan ava be."    Hatibû diyarkirin ku Sonmez ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hatiye binçavkirin.