Koma duyem çalakî dewr girt: Bila ji girtîgehan tabût dernekevin 2019-04-14 13:05:28 WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe hat destpêkirin didome. Koma duyem çalakî dewr girt.  Li Wanê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat destpêkirin didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku 3 roj berê dest pê kiribû, piştî koma ewil niha ji aliyê koma duyem ve dewr hat girtin. Beriya koma duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Îpekyolûyê hat dayîn. Ji koma ewil Edîbe Babûr li ser navê komê axivî û got, wan çalakiya xwe dewrî koma duyem kiriye.    'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'    Pişt re li ser navê koma duyem ku ji 10 kesan pêk tê Ferdî Sertkal axivî. Sertkal, bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, a girtiyan û ya li Ewropayê di asta krîtîk de ye. Sertkal, diyar kir ku di warê wijdanî de nikaribûne bêdeng bimînin û loma ketine greva birçîbûnê û got: "Tecrîd, sûc e. Li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîd tenê ne li Îmraliyê li ser hemû gelên cîhanê û gelên bindest pêk tê. Em ê li hember vê tecrîdê bêdeng nemînin."    'DAXWAZA LEYLA GUVEN DAXWAZA ME YE'    Sertal, bilêv kir ku niha nêzî 7 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne û heta niha ji bo dengê xwe ragihînin raya giştî ya cîhanê 8 kesan dawî li jiyana xwe aniye. Sertkal, got: "Em naxwazin êdî mirov jiyana xwe ji dest bidin, em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin. Li ser vî esasî em çalakiya greva birçîbûnê ji koma duyem dewr digirin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê kurd û gelên bindest e. Bijî Berxwedana Leylayê."