Bavê Uste yê di greva birçîbûnê de: Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe 2019-04-14 09:17:25 ÎZMÎR - Harbî Uste, diyar kir ku kurê wî Yîgît Uste yê di greva birçîbûnê de ji 55 kîloyan daketiye 45 kîloyan û got: "Bila gel destê xwe deyne ser wijdanê xwe."  Li girtîgehan yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê Yîgît Uste yê 18 salî ye. Uste ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Uste, di 7'ê Cotmeha 2018'an de li Îzmîrê hatibû girtin.    Bav Harbî Uste, diyar kir ku kurê wî ji 55 kîloyan daketiye 45 kîloyan. Uste, bilêv kir ku di 9'ê Nîsanê de kurê wî bi awayekî kelemçekirî anîne Edliyeya Îzmîrê û got: "Hingî bêhal bû nikaribû xwe biparêze. Berî derkeve pêşberî dadger tenê şekirek xwaribû. Ew şekir jî bi qirika wî ve zeliqî bû. Tim dikuxiya. Dadger pirs jê dikirin, lê fam nedikir. Nikaribû li ser piya bisekine. Cendirme ketibûn milê wî. Danişîna wî taloqî 25'ê Gulanê hat kirin. Heta grevên birçîbûnê dewam bikin wê beşdarî danişînê nebe."    ‘BÊDENGÎ TESLÎMIYET E'    Bav Uste, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê asta krîtîk derbas kirine û kurê wî gotiye heta hikûmet gavekê navêje wê çalakiya wî dewam bike. Bav Uste, anî ziman ku civak bêdeng e û got: "Divê gelê kurd daketa kuçeyan û doza daxwazên xwe yên demokratîk bikirana û bêdengiya heyî bişikanda. Bêdengî teslîmiyet e. Divê li ber mirinê em ne temaşevan bin. Tenê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê tecrîdkirin. Her kes tê tecrîdkirin. Niha nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Rewşa wan xirab e. Êdî nikarin bên cihê hevdştinê jî. Eger tiştek bê serê zarokên me berpirsiyar hikûmet û Wezareta Dadê ye."    Bav Uste, anî ziman ku wexta ew çûne girtîgehê girtiyan ji wan re gotiye: "'Divê tecrîd bi dawî bibe. Eger bi adwî nebe, bedêl çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bi adwî nekin.' Divê gel destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Em bêdeng bimînin, berpirsiyar em in. Em naxwazin zarokên me bimirin."