Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê her kes bibe dengê jiyanê 2019-04-14 09:17:18 STENBOL –  Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, diyar kirin ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û gotin: "Divê cîhan hemû dengê xwe li dengê vê çalakiyê zêde bike. Di destê girtiyan de tenê çekek heye ew jî bedena wan e û wê jî dane ber birçîbûnê. Divê her kes bibe dengê jiyanê."  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de bang li her kesî kirin ku bibin dengê girtiyan.    Mehmet Nacî Sumelî, bavê Ozan Hebûn Sumelî ku li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Kesên d greva birçîbûnê de ji ber ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin hatine girtin. Loma kesên dixwazin li vî welatî heq û hiqûq, demokrasî hebe divê dengê xwe li dengê girtiyan zêde bikin."    Bav sumelî, diyar kir ku daxwaza girtiyan pir zelal e û got: "Dixwazin tecrîda li îmraliyê bi dawî bibe. Bang li Tirkiyeyê dikin ku li gor qanûnên xwe tev bgere. Eger behsa demokrasiyê bê kirin divê pêvî tecrîd bi dawî bibe. Çimkî ev tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê pêk tê. Eger bêhiqûqîtiya li ser Ocalan bi dawî bibe, wê bêhiqûqîtiya li Tirkiyeyê jî bi dawî bibe."    ‘TENÊ DAXWAZEK WAN HEYE: BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ'    Saadet Çaçan, xwişka Sertaç Kiliçaslan ku li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku birayê wê 9 kîloyan zihîf bûye û got: "Girtî tenê dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ev ne tiştekî zehmet e." Çaçan, diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û got: "Divê cîhan hemû bibe dengê vê çalakiyê. Di destê girtiyan de tenê çekek heye ew jî bedena wan e û wê jî dane ber birçîbûnê. Divê her kes bibe dengê jiyanê."    Aysûn Çeper, xwişka Ramazan Çeper ku li Girtîgeha Tîpa F a edîrneyê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku hefteya borî wê birayê xwe dîtiye, moralê wî baş bûye lê belê tenduristiya wî nebaş e. Çeper, got: "Em dixwazin daxwaza wan bê qebûlkirin."    Çeper, bal kişand ser bêdengiya lid erve û got: "Mirov ji tirsa nikarin dengê xwe derxin. Ji ber vê kes tev nagere. Lê ev mirov li ber çavên me dihelin. Divê kesên xwedîwijdan hemû rabin ser piya. Hemû civak tê tecrîdkirin. Îro, KHK'î jî, jin jî tên tecrîdkirin. Yanî ev tecrîd tenê ne li ser gelê kurd e. Gel hemû tê tecrîdkirin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî tecrîdê tev bigerin."    MA / Sadiye Eser